Berxwedana Kobanê pêşî li çeteyan digire
Berxwedana Kobanê pêşî li çeteyan digire
Berxwedana Kobanê pêşî li çeteyan digire
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di roja 50. a êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de, bi berxwedana bi heybet pêşketina çeteyan tê rawestandin. Hat ragihandin ku li her sê eniyan pevçûnên dijwar qewimîne.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê di roja 50. de dewam dikin û hat gotin, "Bi saya berxwedana heybet pêşketina wan tê rawestandin, lê belê çete bi êrîşên sûîqast û topên hawanê dixwazin encaman bigrin."
Di daxuyaniyê de ev agahî li ser pevçûnên 24 saetên dawî de hat dayîn:
"Duh bi roj û şevê li eniyên rojhilat û başûr şer hebû. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tespîtkirin.
Li eniya rojava hêzên me, Bûrkan El Firat û hêzên pêşmergeyan bi hevre hin çalakî pêk anîn. Li vê herêmê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin.
Di şerê 24 saetên dawî de hevalek me bi qehremanî şer kir û gihîşt şehadetê."