Berxwedana Kobanê di roja 52. de ye
Berxwedana Kobanê di roja 52. de ye
Berxwedana Kobanê di roja 52. de ye
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê di roja 52'and e dewam dike. Şervanên YPG/YPJ'ê yên li dijî çekên giran bi çekên ferdî li ber xwe didin, her bi moral in. Rûyê wan her tim li ken e. Çend wêne ji berxwedan û jiyana Kobanê...
Wêne 1: Li çeperên li eniya rojhilat, şervanên YPG/YPJ ên di nava tevgerê de ne.

Wêne 2: Segvana YPJ'yî ya ber bi çepera xwe ve diçe.

Wêne 3: Şervanên YPG'ê yên li nava bajêr ber bi eniya şer ve diçin.

Wêne 4: Şevana YPJ'ê ya di dema şer de derfeta bêhnvedanê dîtiye.

Wêne 5: Şert û mercên jiyanê yên Kobaniyên li ser xeta sînor gelekî zehmet in. Hem rastî zexta leşkerên Tirk tên hem jî dibin hedefa çeteyên DAIŞ'ê.

Wêne 6: Du şervanên YPJ'ê yên danê êvarê ji çeperên eniya şer ber bi navenda bajêr ve dimeşin.

Wêne 7: Hewa sar e. Li Kobanê ji bo ronîkirinê jenerator tên bikaranîn. Tamîrkarên jeneratorê yên dildar, her tim di nava tevgerê de ne. Zarok jî li pişt eniya şer barê şer hildigirin. Tevî ku westiyane jî bi tiliyên xwe nîşaneya serketinê dikin û dibêjin serketin a me ye.

Wêne 8: Şervanê YPG'ê yê di nava bajêr de bi motorsîkletê li dewriyê digere.

Wêne 9: Rastiya şer. Qalikên fîşekan û hilweşîn.

Wêne 10: Di şerê bajêr de, ji bo ji segvanan bê barastin tunelên di nava avahiyan de hatine çêkirin.

Wêne 11: Wesayîtên ji ber topên hawanê li navenda bajêr hatine rûxandin.

Wêne 12: Ji çepereke YPG'ê ya li eniya rojhilat ku lê şer giran e, kolaneke Kobanê.

Wêne 13: Di berxwedana Kobanê de ji her temenî mirov hene. Di nava bajêr û li eniyên pişt, hêzên asayîşê yên ji ewlekariyê berpirsyar.
