Berxwedana Kobanê di roja 27'an de bi dijwarî dewam dike

Berxwedana Kobanê di roja 27'an de bi dijwarî dewam dike

Li sê eniyên herêma Kobanê şer û pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de ji şevê din ve heta niha di asta herî giran de didomin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku di 15'ê Îlonê de destpê kirin, di roja xwe ya 27'an de bi dijwarî didomin. Di êrîşên xwe de çete çekên giran wekî fuze, tank, hawan, top û hwd bikar tînin. Li beramberî van êrîşan berxwedana şervanên YPG/YPJ û welatiyên herêmê di asta herî bilind de didome.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, li her sê eniyên rojava, başûr û rojhilatê Kobanê şer û pevçûn bi dijwarî didomin. Li eniya başûrê bajarê Kobanê şer gelekî dijwar bûye û çete ji wir ve hewl didin pêş de bikevin.

Heta niha tu agahiyên zelal der barê encamên van şer û pevçûnan de nehatine bidestxistin.