BDP: Parastina şoreşa Rojava erka me hemûyane

BDP: Parastina şoreşa Rojava erka me hemûyane

Di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê ya 29'ê Tîrmehê de rewşa Rojavayê Kurdistanê hat nirxandin. Di encamnameya civînê de hat gotin, "Parastin ewlekirin û pêşvebirina şoreşa Rojava ne tenê barê gelê Rojava, erka me hemûyane. Rojava hêviya yekane ya Rojhilata Navîn e. Em rê nedin ev hêvî birîndar bibe."

Navenda Giştî ya BDP'ê, der heqê civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya 29'ê Tîrmehê de encamname eşkere kir. Di civînê de, rewşa li Rojava ya di yekemîn salvegera şoreşê de hat nirxandin û hat gotin; "Kurdên li Sûriyê, bi gelên pê re dijîn, şoreşeke siyasî, civakî, çandÎ û demokratîk pêk aniye, herêma xwe ji şer vegirtine û di nava gola xwînê de bûne wesîle ku beçxeyê aştî, biratî, wekhevî û demokrasiyê şîn bibe. Gelê Rojava, di 1. salvegera şoreşa xwe de, rêveberiya xwe ya gel, xurtir kiriye."

Di encamnameya civînê de hat ragihandin ku rêveberiya gel a bi navbeynkariya meclîsên gel ava bû, hem ji bo Sûriyê hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn rê vekiriye û weha hat gotin:

"Kurdan nîşan dan ku ji bo azadiya Rojhilata Navîn ew gelê herî zêde amade ye û di heman demê de û bi sekna xwe re bûne alternatîfek ji hêzên derve yên dixwazin dîzaynê bidin herêmê.

Şoreşa Rojava, li dijî feraseta ku jinê di malê de radigire, jinan weke welatiyên azad nabînin, bûye şoreşa jinê ya ber bi azadiyê ve dimeşe. Ji ber vê yekê di hemû navgînên rêveberiyê de jin cih digirin û li gel mercên şer jî polîtîkayên civakî yên ji bo jinan dikevin meriyetê.

Şoreşa Rojava nîşan da ku li cîhanê, hêza yekane ya karibe guhertinan ji bo berjewendiyên gelan bikin, hêza gelê rêxistinbûyî ye, lewma hêviyê dide gelan."

Di encamnameya civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê de hat destnîşankirin ku ji ber vê yekê, Rojava dibe hedefa êrîşên hêzên Esad û çeteyên li mûxalefetê û weha hat gotin: "Êrîşên derveyî mirovahiyê yên ji aliyê hin hêzên li mûxalefetê ve di meha Gulanê de destpê kirin, di rojên bihurî de giran bûn û rê li ber wendahiya mirovan vekirin. Herî dawî li Qamişlo, endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso di encama êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest da.

Peydakirina nasnameyên Tirk li ser sê endamên El Nûsra û bikaranîna Serêkaniya Serxetê ya weke qada lojîstîk a çeteyan, Tirkiyê dixe bin tewanbariyan.

Di demeke ku êrîşên li dijî gelê Rojava zêde bû de, hatina fermî ya Hevserokê PYD'ê Salih Muslim a li ser vexwedina Wezareta Karên Derve û pêkanîna hevdînan li gel wî re, girîng e. Eger Tirkiye diyalog navbera xwe û PYD'ê xurtir bike, wê ev li gorî berjewendiyên gelên li Sûriye û Tirkiyê bike.

Girtina deriyên sînor ên li Tirkiyê, pêşî li mafê bazirganî û aboriya têra gel xwe xwedî bike, digire. Divê Tirkiye tavilê deriyên sînor veke.

Parastin ewlekirin û pêşvebirina şoreşa Rojava ne tenê barê gelê Rojava, erka me hemûyane. Rojava hêviya yekane ya Rojhilata Navîn e. Em rê nedin ev hêvî birîndar bibe.

Partiya me biryar daye ku piştgiriya xwe ya bi gelê Rojava re zêde bike û ji bo pêşî li êrîşên çeteyan û desteka lojîstîkî ya TirkiYê bigire, ewê çalakiyên xurt pêk bînin. Em bang li hemû hêzên demorkasiyê û her kesên biratiya gelan diparêzin dikin ku xwedî li şoreşa Rojava derkevin û piştgiriyê bidin gelê Rojava. 

1. salvegera şoreşa Rojava silav dikin û di kesayetiya Îsa Huso de ji bo hemû şehîdên Rojava, ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."