BDP: Êrîşa çeteyan, hewldana komkujiya giştî ye

BDP: Êrîşa çeteyan, hewldana komkujiya giştî ye

BDP'ê, êrîşên çeteyan ên li Rojava li dijî sivîlan dikin, weke hewldana komkujiyeke giştî ya li dijî Kurdan bi nav kir û hişyarî da ku eger ev pêla dijwariyê li gelemperiya Rojhilata Navîn belav bibe wê tevahiya dewletên herêmê jê berpirsyar bin.

Navenda Giştî ya BDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên çeteyên El Qaîde li Rojavayê Kurdistanê li dijî sivîlan dikin, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji hin dîmenên di înternetê de tên weşandin jî xuyaye ku çeteyên ser bi El Qaîde sivîlan dîl digirin, ji xwe re dikin mertalên zindî, malên sivîlan tên bombekirin û sûîkastên siyasî tên kirin. Em van hemûyan weke hewldana komkujiyeke giştî ya li dijî Kurdan dibînin."

BDP'ê hişyarî da û diyar kir ku eger piştî komkujiyan kaosek derkeve û ev kaos li Rojhilata Navîn belav bibe, bi qasî El Qaîde wê welatên cîran û dewletên Rojavayî ji vê pêla dijwariyê berpirsyar bin. BDP'ê got, "Eger were ronîkirin ku ew çekên giran ên ji çeteyên El Qaîdeyê re tên dayîn ji ku derê tên û fermana êrîşan kî dide, wê pêşî li komkujiyên gengaz bigire. Di vê mijarê de em bang li hemû aktorên siyasî dikin ku di mijara Rojavayê Kurdistanê de helwesteke hesastir nîşan bidin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hin endamên çeteyan bi nasnameya Tirk in û deriyên sînor ji wan re vekirî ne û hat destnîşankirin ku ev rewş hikûmeta AKP'ê dixe bin tewanbariyê.

BDP'ê ji bo rakirina dorpêça li Kurdan, bang li dewleta Tirk û hêzên din ên herêmê kir ku bikevin nava tevgerê.