BDP'ê banga vekirina deriyên sînor li hikûmetê kir
BDP'ê banga vekirina deriyên sînor li hikûmetê kir
BDP'ê banga vekirina deriyên sînor li hikûmetê kir
BDP'ê da xuyakirin ku krîza însanî ya li Rojavayê Kurdistanê gihaştiye "asta krîtîk" û bang li hikûmeta AKP'ê kir ku tavilê deriyên sînor li konvoyên alîkariyê veke.
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Giştî ya BDP'ê de bal hat kişandin ser rewşa krîza însanî ya li Rojavayê Kurdistanê û hat gotin, "Kurdên Tirkiyeyî û Erebên li Tirkiyê, nikarin ji vê rewşê re temaşekar bimînin."
BDP'ê ev daxuyanî da: "Ji îro ve, krîza însanî ya li Rojava, gihiştiye asteke gelekî krîtîk. Ji bo pêşî li felaketa însanî ya birçîbûn û rîska nexweşiyên şewbê bê girtin, pêwîstî ne bi burokrasiyê ne jî bi siyasetê heye. Em bi awayekî zelal û vekirî dibêjin; mijara gotinê rûmeta mirovahiyê ye.
Divê pêdiviyên qût, derman û hijyenî, bêyî astengiyên burokratîk û siyasî, bi lezgînî ji sivîlên Sûriyeyî re bên ragihandin. Kurd û Erebên Tirkiyeyî yên li bakurê sînor dijîn, êdî nikarin li vê rewşa xizmên xwe yên li aliyê din ê sînor û xemsariya hikûmeta AKP'ê, temaşekar bimînin.
Pêwîste erkdarên Komara Tirkiyê, bêyî fikar û gumanan, alavên alîkariyê ji Tirkiyê yekser bişînin Sûriyê. Pêwîste Şaredariyên li herêmê hevkariyê bikin û bi awayekî zelal û diyar, alîkariyan belav bikin.
Diyar e ku berdêla giran a krîza însanî ya li herêmê, ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve nikare bê dayîn. Ji ber vê yekê, em bang li hikûmeta AKP'ê dikin ku bêyî berjewendiyên siyasî deyne holê, di mijara alîkariyan de tavilê bikeve tevgerê û deriyên sînor hemûyan li konvoyên alîkariyê veke."