Barzanî li Enqerê bi Davûtoglû re hevdîtinê dike
Barzanî li Enqerê bi Davûtoglû re hevdîtinê dike
Barzanî li Enqerê bi Davûtoglû re hevdîtinê dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî ku li ser vexwendina Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan hat Enqerê, bi Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû re rûnişt.
Di hevdîtina navbera Barzanî û Davûtoglû de, bûyerên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurd a ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê nirxandin. Tê payîn di hevdîtinê de mijara Konferansa Netewî ya Kurd a di rojên pêş de bê lidarxistin, were nirxandin.
Nêçirvan Barzanî wê sibê jî bi Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinê bike. Tê gotin di vê hevdîtinê de jî wê heman mijar bên nirxandin.