Banga li saziyên mafên mirovan

Banga li saziyên mafên mirovan

Ji 160 kesên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve beriya salekê li Kobanê hatin revandin, agahî nayê stendin. Mîzîr Hemîd diyar kir birayê wî û 5 xizmên wî dema ji Kobanê derbasî Qamişlo dibûn dîl ketin destê çeteyan û bang li tevahiya saziyên mafên mirovan kir ku bi berpirsyarî rabin.

Aqûbeta mirovên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin, ku ev rêxistina çete bi revandin û serjêkirina her kesên serî li ber wan natewîne tê naskirin, nayê zanîn. Ji 160 kesên berî salekê li Kobanê hatin revandin, hînê agahî nayê stendin. Mîzîr Hemîd da xuyakirin ku birayê wî û 5 xizmên wî jî dinav de 160 kesên ji gundê Helincê û gundên derdorê derbasî Qamişlo dibûn di nava rojekê de dîl hatine girtin û anî ziman ku haya wan ji birayê wî Fawaz Hemîd bavê 2 zarokan nîne.

'EV SALEKE LI MALA ME ŞÎN HEYE'

Mîzîr Hemîd bûyera revandina birayê xwe yê bi karê ajokariyê debara xwe dikir û gundiyên din vegot û got, "Birayê min û 11 gundiyên me, dema ji Kobanê ketin ser rêya Qamişlo, di rê de ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl hatin girtin. Li gel birayê min, zavayê min û 5 pismamên min jî hebûn. Di wê demê de 160 Kobaniyî dîl hatin girtin. Tê gotin ku ji herêma Girê Spî hatine girtin û ew birine Reqqayê. Ev saleke haya me ji kesî nîne. Keç û kurekî birayê min ên 3 û 4 salî hene. Ev saleke li mala me şîn heye, herî dawî bi êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê re me li gel zarokên min û biraziyên min, em hatin Pirsûsê. Niha yekane hêviya me serbestberdana mirovên bêguneh ên di destê DAIŞ'ê de ne."

Mîzîr Hemîd da xuyakirin ku saziyên mafên mirovan ên bi bandor ji dil tevnagerin û destnîşan kir ku divê mirovên sivîl ji destê çeteyên DAIŞ'ê yên barbar bên rizgarkirin, bikevin nava tevgerê.