Balefirên artêşa Tirk li qadên Gêrîla keşif kirin

Balefirên artêşa Tirk li qadên Gêrîla keşif kirin

Balefirên şer ên artêşa Tirk li herêmên Zagros û Zapê yên di bin kontrola gêrîla de keşîf kirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG-NÇR) daxuyaniyek da û aşkera kir ku, 23’ê Tîrmehê di navbera demjimêrên şevê ên 21:00 û 21:30’a de balefirên şer ên artêşa Tirk li herêmên Cîlo û Çarçela ên Zagrosê ên ser bi Herêmên Parastina Medyayê ve keşîf kirine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di heman rojê de di navbera demjimêrên 19:00 û 19:30’an de li herêmên Zapê balefirên şer ên artêşa Tirk keşif kirine.