Bakurê Kurdistanê wê ji bo Rojava 2 rojan nobedê bigire
Bakurê Kurdistanê wê ji bo Rojava 2 rojan nobedê bigire
Bakurê Kurdistanê wê ji bo Rojava 2 rojan nobedê bigire
Li dijî êrîşên çeteyan ên li Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya KCD, BDP, DOKH, Meclîsa Ciwanan û gelek rêxistinên civakî yên sivîl, li Serêkaniya ser xetê, wê di 4'ê Tebaxê de meş bê lidarxistin, di 5-6 Tebaxê de jî nobed bê girtin.
Li dijî êrîşên çeteyan ên li Rojavayê Kurdistanê, amadekariya meşa 4'ê Tebaxê ya li navçeya Riha Serêkaniyê bi pêşengiya KCD, BDP, DOKH, Meclîsa Ciwanan û gelek rêxistinên civakî yên sivîl, tê lidarxistin, dewam dike.
Der heqê çalakiyên li navçeyê de îro civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna çapemeniyê ya li avahiya BDP'ê ya partiyê de endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Adnan Etlî axivî û destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn gava mijar dibe Kurd, têkoşînên azadiyê tên rawestandin û li dijî Kurdan êrîş destpê dikin. Etlî bal kişand ser êrîşên çeteya El Nûsra ya li dijî Kurdan û got, "Dewlet ji aliyekî ve bi Hevserokê PYD'ê Salih Muslim re hevdîtinê dike, ji aliyê din ve jî destekê dide çeteyan. Divê dewlet de ji vê helwesta durû berde. Divê were zanîn ku ji bo Kurdan ne serxet heye ne jî binxet. Kurd li her çar parçeyan, yek e."
Etlî diyar kir ku wê di 4'ê Tebaxê saet di 17.00'an de li navçeyê meşek were lidarxistin û nîşan bidin ku Kurd bi giyana netewî yek in. Etlî ragihand piştî vê meşê ewê kon vedin û ji bo Rojava 2 rojan nobedê bigirin. Etlî axaftina xwe bi gotina "Em li benda hemû Kurdan e ku bên Serêkaniyê û ji bo Rojava nobedê bigirin."