Ayna: Narkotîk û fuhûş bi destê dewletê tê birêvebirin
Ayna: Narkotîk û fuhûş bi destê dewletê tê birêvebirin
Ayna: Narkotîk û fuhûş bi destê dewletê tê birêvebirin
Li Hezro di çalakiya li dijî narkotîk, fuhûş û sîxurkirinê de Parlamentera Amedê ya BDP’ê Emîne Ayna anî ziman ku ev polîtîka ji bo ciwan nekevin nav siyasetê û civakê bi destê dewletê ketiye pratîkê.
Li navçeya Hezro ya Amedê ji aliyê Rêxistina Navçeyê ya BDP’ê li dijî narkotîk, fuhûş û sîxurkirinê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Ligel hejmareke zêde ya partîgiran, Parlamentera Amedê ya BDP’ê Emîne Ayna, Alîkarê Hevserokê Amedê yê BDP’ê Omer Gulen, Rêveberê Rêxistina Navçeya Hezro Mahfuz Erug jî beşdar bûn. Erug ê daxuyaniya çapemeniyê xwend got ku pergala kapîtalîst li şûna civakeke exlaqî û polîtîk, civakeke jirêderketî û dejenere dixwaze. Erug, di berdewama axaftina xwe de jî got, “Bi cihên fuhûşê yên bi destên dewletê tên vekirin an jî dewlet çavên xwe li vekirina wan digire, hewl didin ciwan cewhera xwe ya exlaqî wenda bike û bikeve çirava fuhûşê. Ji lewra ku êdî esrar û eroîn hatiye asta ku li ber deriyên dibistanan bên firotin belav bûye, dixwazin ciwanên ku bi tenduristî nefikirin û bêhiş ava bikin.”
Parlamentera Amedê ya BDP’ê Emîne Ayna jî ku axaftineke kurt kir destnîşan kir ku ev polîtîka ji bo ciwan nekevin nav siyasetê û civakê, bi destê dewletê ketiye pratîkê û axaftina xwe wiha domand: "Bi saya gerîllayan zarokên me fêrî hezkirin û hurmetê dibin. Jiyana bedew fêr dibin.”