Asya Ebdullah: Korîdor mutleq pêwîst e!

Asya Ebdullah: Korîdor mutleq pêwîst e!

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah a li hember dijminê mirovatiyê li Kobanê di nav berxwedanê ye got, "Ji bo dorpêça li ser Kobanê bê şkandin korîdor mutleq pêwîst e.” Ebdullah da xuyakirin ku çeteyên windahiyên mezin didin ji qadên di bin kontrola xwe de bi teqwiye û çekên giran êrîşên dijwar pêk tînin, ciwanên Ereb didin şerkirin û hewl didin bi vî awayî encam bigirin.

Malbatên Ereb ên li wan herêman jî ji bo zarokên xwe ji çeteyên DAIŞ biparêzin koç dikin. Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah a li Kobanê ye diyar kir ku ev rêbaza ku çeteyên DAIŞ di rojên dawî de kirine dewreyê şkestina mezin a çeteyan a di Kobanê de nîşan dide.  Ebdullah got, “Divê gelê me yê Ereb li hember van çeteyên dijminê biratiya gelan e, helwest nîşan bide.”

Li ser daxuyaniya dewleta Tirk a “li Kobanê sivîl neman” Asya Ebdullah got ku bi hezaran sivîl li Kobanê ne. Ebdullah ji bo korîdor vebe careke din bangawazî kir û anî ziman ku wê berxwedana li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên bêsînor bidomînin.

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah a ji destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê li bajêr di nav berxwedanê de ye der barê rewşa sivîlan, vekirina korîdorê û ciwanên Ereb ên ji aliyê çeteyan ve ku tên xapandin û li Kobanê tên şerkirin de bersiv da pirsên me.

ÇETE VALATIYA HEYÎ BI XAPANDINA XAPANDINA CIWANAN DADIGIRE

-Tê ragihandin ku çeteyên DAIŞ di rojên dawî de ji Mînbîc, Cerablus, Til Ebyad di serî de ji deverên di bin kontrola xwe de ciwanên Ereb bi zorê yan jî bi soza, “komkirina xenîmetê” tîne Kobanê û dide şerkirin. Hûn dikarin di vê mijarê de agahiyan bidin me?

Çeteyên DAIŞ ên li hember hêzên YPG’ê  darbeyên mezin xwarin, êrîşên li hember Kobanê tenê bi ya diyar pêk nayîne. Çeteyên DAIŞ ji herêmên di bin kontrola xwe de yên weke, Mînbîc,Cerablus, Reqqa, Til Ebyad, Eyn Îssa timî elemanan teqwiye dike. Çeteyên DAIŞ li Kobanê windahiyên mezin dan. Li gor agahiyên me ji wan herêman wergirtin, çeteyên DAIŞ windahiyên mezin didin.

Di demên dawî de li gor agahiyên ji me re tên, çeteyên DAIŞ ji wan herêman ciwanan kom dikin û ji wan re dibêjin, 'Hûn dikarin tişta bixwazin ji Kobanê bigirin. Biçin xenîmetê kom bikin. Êdî Kobanê di destê me de ye.” Bi vî awayî ciwanên Ereb tîne Kobanê û li hember me dide şerkirin. Bi sedan ji wan ji herêmên wek Mînbîc, Til Ebyad û Cerablus tîne û dixapîne. Gelê Ereb ê wê herêmê dibêje ku çeteyên DAIŞ zarokan wan bi vî awayî dibin û şûnde nayînin, didin şerkirin. Ji  wan gelek hatine kuştin. Bi vî awayî ku çeteyên DAIŞ ciwanan dixapînin windahiyên wan ên mezin û şkestina wan a di şer de nîşan dide. Çeteyên DAIŞ bi vê rêyê ciwanan dixapîne û hewl dide valatiya çêbûye dagire. DAIŞ darbeyên mezin xwar, niha jî bi xapandina gelê Ereb hewl dide encam bigire.”

GELÊ EREB KOÇ DIKE

Gelo bertekên gelê Ereb ên vê herêmê li dijî vê rewşê heye?

Em dizanin ku bertekên tund yên gelê Ereb li dijî çeteyên DAIŞ’ê heye. Li vê herêmê kesên dijîn me bihîst ku gelek ji wan ji ber ku DAIŞ zarokên wan dixapînin û bi zorê dibin şer neçar dimînin koç bikin. Çeteyên DAIŞ’ê ku li dijî hemû mirovahiyê dijmin in, li dijî Ereban jî dijmin in. Di vî alî de li herêmên serdest pergala ku ava kiriye, ji derveyî îradeya civakê pêk hatiye. Li dijî pêkanînên hov û bi zorê birîna zarokên gel, rêya koçberiyê li ber malbatên ereb vekiriye. Çeteyên DAIŞ’ê li mizgeftan anons kirine û dibêjin ku zarokên xwe bişînin şer û her kes dawetî cîhadê kirine. Li dijî vê malbatan bertek nîşan daye û nexwestine zarokên xwe bidin wan. Em dizanin ku malbatan ji ber zextên wan warê xwe terk kirine.

DAIŞ ÊRÎŞÎ BIRATIYA GELAN DIKE

Banga we li jî gelê Ereb heye?

Projeya me ya siyasî diyar e. Projeya xweseriya demokratîk projeyeke ku hemû gel dikarin bi hev re li gel hev bijîn. Li Kantonên me Ereb, Suryanî, Xiristiyan, Çerkez û yên din dijîn. Li Kantonên me parastina gelan tên kirin. Li dijî kîjan gelî yan jî kîjan nasnameyê êrîş pêk bê YPG li dijî vê dikeve parastinê. YPG ne tenê parastina Kurdan parastina Ereban û hemû gelan dike. Em bang li gelê Ereb jî dikin ku li dijî van polîtîkayên qirêj ên DAIŞ’ê bikevin nava hewldanan. Divê gelê me yê Ereb nebe amûrê polîtîkaya ku birayan bi birayan didin kuştin. Em dikarin bêjin ku gelê Ereb vê polîtîkayê û vê çeteyê erênî nabîne. Lê ji ber ku di bin zext û kontrola DAIŞ’ê de ne nikarin tiştekî bikin. Li cihê ku çeteyên DAIŞ’ê hebin îradeya civakê tune. Ji bilî qanûnên vê çeteyê şebekeya mirinê kes nikare tiştekî bike û yên bikin tên qetilkirin. Ne tenê komkujiya fizîkî ya çandî jî ji holê radike.

Ji ber vê sedemê divê hemû gel li eniya xwe li dijî DAIŞ’ê bibin xwedî helwest. Em bang li gelê xwe yê Mînbîc, Cerablus, Reqqa û herêmên din dikin ku li dijî van polîtîkayan bibin xwedî helwest û destûrê nedin van çeteyên ku biratiyê diqedînin.

LI KOBANÊ BI HEZARAN SIVÎL HENE

Dewleta Tirk dibêje ku li Kobanê sivîl nemane, hûn di vê mijarê de dibêjin çi?

Li Kobanê em hene, rêveberiya kantona Kobanê li vir e, li taxan sivîl hene, bi hezaran sivîl hene. Li Kobanê li gel YPG’ê cih digirin. Li xeta Tilşehir bi hezaran kesên sivîl ên dipên hene. Dîsa bi hezaran sewalên aîdî van kesan hene. Malbatên ku zarokên wan di nava YPG’ê de ne, hene. Naxwazin zarokên xwe bihêlin. Malbatên ku zarokên xwe winda kirine hene, naxwazin malên xwe terk bikin. Heta niha li Kobanê 15 sivîlî jiyana xwe ji dest da.

SIVÎL TÊN QETILIKIN

Agahiyên der barê ku jineke ciwan hatiye qetilkirin hebûn...

Di 9’ê Cotmehê de sivîlek ku dixwaze bê Kobanê ji aliyê DAIŞ’ê ve li herêma Tilşehir bi çeka sûîqestê tê qetilkirin. Dîsa gelek agahiyên din hene. Çeteyên DAIŞ’ê li gundan gelek Kurdên sivîl qetilkirin. Keçikek 20 salî û jineke extiyar hatin qetilkirin. Her wiha em dizanin ku du mêrên extiyar bi keviran hatine qetilkirin.

DI DESTÊ WAN DE SIVÎL Û ZAROK HENE

Di destê DAIŞ’ê de sivîl hene?

Bi sedan sivîl hene, beşek ji van li gundan hatine girtin. Bi sedan kesên ku ji Kobanê diçûn herêmên din hene. Zarok hene. Tê gotin ku beşeke zarok berdane lê hê 30 zarok di destê wan de ne.

KORÎDOR HEWCEDARIYA LEZGÎNE

Daxwazeke vekirina korîdorê hebû. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?

Çeteyên DAIŞ’ê çekên giran bi kar tînin. Li ser vê yekê bi dehan carî me got ku pêwîstî bi korîdoreke ji bo parastina sivîlan heye. Heta niha mudaxaleyên koalîsyonê hene. Em van erênî dibînin lê ji bo ku ev çekên giran ji dewrê derkevin divê teqez korîdor bê vekirin û li vir piştgirî bê dayîn.

Korîdora mirovahî ne tenê çek, ji bo hewcedariyên mirovahî yên gel jî pêwîst e. Depoyên avê, navendên elektîrîkê hemû di bin destê DAIŞ’ê de ne. Ji ber vê gil nekare pêdiviyên xwe bîne cih. Ji ber vê yekê divê demildest korîdor bê vekirin.

Ji bo vekirina korîdorê di alî muxataban de pêşveçûneke heye?

Li ser bangên ku heta niha me kirine saziyên ku ev kirine mijara xwe hene. Em bawer in ku wê biryarek bê girtin û korîdor bê vekirin.

Der barê rewşa dawî de gotinên we hene?

Ji  teqwiyeya Reqq, Mînbîc û Cerablusê  ji duh de êrîş zêde bûne. Ji ber ku darbeyên giran dixwin û ji bo valahiya xwe tijî bikin teqwiyeyê dikin. Ji 9’ê Cotmehê ve bi hêzên ku anîne dixwazin li herêmê pêşde biçin û êrîş dan destpêkirin. Darbeyên giran xwarin û pêşde nehatin. Çete di van êrîşan de çekên giran bi kar tînin. YPG li dijî vê berxwedaneke mezin nîşan dide. Heta DAIŞ hebe wê berxwedan hebe. Yekane tişta DAIŞ’ê biqedîne berxwedan e. Ev berxwedan bi mehan wê bidome.