Asayîşê têkildarî teqîna Hesekê hin kes binçav kir

Asayîşê têkildarî teqîna Hesekê hin kes binçav kir

Hêzên Asayîşê li Hesekê hin kesên gumanbar ku destê wan di teqîna îro ya li nêzî navenda Asayîşê pêk hat de heye girtin.

Asayîşa Hesekê diyar kir ku piştî lêkolîna wan a derbarê teqîna îro li nêzî Navenda Asayîşê ya Hesekê pêk hat û di encamê de endamê Asayîşê Dijwar Cemal Îsa jiyana xwe ji dest da û endamekî Asayîşê û 5 kesên sivîl birîndar bûn, hin kesên ku gumanbar hatine girtin û lêpirsîna wan didome.