Artêşa Azad û cîhatxwaz li Dîlokê kombûn
Artêşa Azad û cîhatxwaz li Dîlokê kombûn
Artêşa Azad û cîhatxwaz li Dîlokê kombûn
Li gorî çapemeniya Tirk, 70 fermandarên Artêşa Azad li Dîlokê hatin gel hev.
Civîna ku hate diyarkirin li “Wexfa Piştevanî û Çand-Perwerdeya Bulbulzade” hate kirin, fermandarên komên çekdar û bitaybet komên girêdayî El Qaîdeyê û hate aşkera kirin ku, pevçûnên dinavbera wan û Kurdan de axivîne.
Dîsan li gorî çapemeniya Tirkiyeyê, Serokê Konseya Leşkerî ya Helebê yê Artêşa Azad Serheng (Albay) Ebdul Cebar el-Akîdî PYD bi “alîgiriya rejimê” sûcdarkiriye û hate îdiakirin ku şibandiye “Şebbîha”yê. Hate îdiakirin ku, Fermandarê Tûgaya Nuredîn Zengî Tewfîq Şehabedîn jî gotiye “Em dest ji bihostek ya axa Sûriyeyê bernadin. Sûriye dê yek perçe be, em dê destûr nedin tu kes Sûriyeyê perçe bike.”
Piştî civîna ku di derbarê naveroka wê de agahî nehatin girtin de, hate diyarkirin ku fermandarên Artêşa Azad dê vegerin Sûriyeyê. Êdî sir nîne ku Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên girêdayî Artêşa Azad û El Qaîdeyê. Weke din jî Erebîstana Siûdî, Qetar, DYA û welatên Yeketiya Ewropayê li dijî Esad piştgiriyê didin komên çekdar.
Kongreya DYA’yê çekdayîna komên çete erê kir. Hate îdiakirin ku Erebîstana Siûdî ku qismek mezin yê muxalifê xistiye destê xwe jî, ji bo Helebê bigirin ferman daye Artêşa Azad. Yek yê ji muxalefetê ku nexwest navê xwe bide ji AFP’ê re axivî û got: “Erebîstana Siûdî biryar daye ku Heleb û derdorê wê bikeve destê serhildêran. Ji bo vî şerê her roj bi dehan di nav de roketên antî-tank jî heyî çek û cebilxaneyan dişîne.”
Irak-Sûriye Dewleta Îslamî û El Nusra ên girêdayî El Qaîdeyê ji 16’ê Tîrmehê ve êrîşî herêmên Kurdan dikin. Ev komên ku bi sedan sivîl revandin û êşkence lê kirin, gelek sivîl bi hovane qetilkirin. weke artêşa Esad sûcê şer û mirovahiyê dikin. Dema ku vê dikin jî piştgiriyê ji welatên derve distînin.