Amedî dê ji bo Ocalan mehekê çalakiyan pêkbînin
Amedî dê ji bo Ocalan mehekê çalakiyan pêkbînin
Amedî dê ji bo Ocalan mehekê çalakiyan pêkbînin
Gelê Amedê, wê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 1’ê Tebaxê heta 1'ê Îlonê çalakiyan li dar bixe. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê Mehmet Emîn Yilmaz, ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir.
BDP'a Amedê dê ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo hikûmet gav biavêje, ji 1'ê tebaxê heta 1'ê îlonê dê hin rêzeçalakiyan li dar bixe. Hevserokê BDP’ê yê Amedê M. Emin Yilmaz di derbarê bernameya çalakiyan de ji DÎHA'yê re axivî. Yilmaz destnîşan kir ku, li gel destpêka qonaxa duyem ya pêvajoya çareseriyê hêj hikûmetê tu gav neavêtine û da zanîn ku, ji bo hikûmet gav biavêje û balê bikişînin ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê van çalakiyan li dar bixin. Yilmaz di berdewama axaftina xwe de bang li hemû gelê Amedê kir ku, bi awayekî xurt tevlî çalakiyan bibin.
Bernameya rêzeçalakiyên mela Tebaxê wiha ye:
* 1'ê Tebaxê di demjimêr 17.00'an de dê ji Kolana Hunerê heta Parka Koşuyoluyê meşek were lidarxistin.
* 12'ê Tebaxê li hemû navçeyan di demjimêr 21.00'an de dê hemwext fîşekên hewayî werin teqandin.
* 15'ê Tebaxê li ber avahiya KCD'ê (Mêvanxaneya Şaredariyê) bi tevlîbûna parlamenter, şaredar û bijartiyên din dê heta serê sibê şevekê nobet were girtin.
* 15'ê Tebaxê, li Qada Batikentê di demjimêr 19.00'an dê şahiyek bê lidarxistin.
* 18'ê Tebaxê di demjimêr 13.00'an de wê ji bo girtiyên nexweş li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.
* 23'ê Tebaxê ji bo zimanê Kurdî di destûra bingehîn de were mîsogerkirin, dê daxwazname ji Midûriyetên Perwerdeyê re bên şandin.
* 31'ê tebaxê bi tevlîbûna hemû bijartiyan di demjimêr 17.00'an de li Sumer Parkê dê şevekê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.
* Bi minasebeda 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, di demjimêr 16.00'an de wê mîtînga herêmî were lidarxistin.