Alîkariya ji bo Rojava li Dirbêsiya ser xetê hat astengkirin
Alîkariya ji bo Rojava li Dirbêsiya ser xetê hat astengkirin
Alîkariya ji bo Rojava li Dirbêsiya ser xetê hat astengkirin
Alîkariya ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) li Bakûrê Kurdistanê hatibû komkirin, li Deriyê Sînor ê bajarokê Dirbêsî yê Qoserê ji aliyê rayedarên Tirk ve hate astengkirin. 12 qamyonên alîkariyê bi hinceta ku dê lêgerîn bê kirin, têne astengkirin. Alîkarî ev 10 saete li sînor tê rawestandin. Ji hevdîtinên bi rayedaran re jî heta niha encam derneketine.
Li Bakûrê Kurdistanê bi pêşengiya DOKH’ê li bajarên Amed, Êlih, Wan, Mêrdîn û Bazîdê ji bo Rojavayê Kurdistanê madeyên alîkariya lezgîn hatin komkirin. Alîkarî bi 12 qamyonan ji bo ku derbasî Rojava bêne kirin ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê birin Deriyê Sînor ê Dirbêsiya ser xetê ya li ser sînorê Dirbêsiya bin xetê. Lê qamyonên ku saet derdora 12.00’an de birê ketibûn li deriyê sînor ji aliyê rayedarên tirk ve hatin rawestandin û bi hinceta ku dê lêgerîn bê kirin, destûra derbasbûna wan nehat dayîn.
Piştî ku hate hînbûn destûra derbasbûna alîkariyê nehatiye dayîn, bi sedan kes ji bajaroka Şenyurtê meşiyan deriyê sînor. Meşvanên ku slogan berz kirin û tîlîlî kişandin, hatin ber deriyê sînor û gotin ku heta alîkarî derbas dibe ewê li ber derî bisekinin.
Di vê navberê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Wanê Aysel Tugluk, li vir daxuyaniyek da û destnîşan kir ku li ser Rojavayê Kurdistanê ambargoyek heye. Tugluk got ku jinan ji bo ku 12 qamyon madeyên alîkariya lezgîn bigihînin Rojava hatine ser sînor, lê ev bi saetan e têne astengkirin. Tugluk, bibîr xist ku li Rojava şerek tê meşandin û ev tişt anîn ziman: “Ji ber ku deriyên sînor girtî ne, welatiyên li wir pêdiviyên xwe pêşwazî nakin. Li wir ji ber şerê tê jiyandin gelek kesên birîndar û nexweş hene, lê di warê dermankirina wan de pirsgirêkên cîdî tên jiyandin. Me jî bi taybetî wekî şeradarên jin, ji bo piştevaniyê nîşan bidin, madeyên bingehîn ên pêdiviyê, derman û madeyên xwarinê bi 12 qamyonan anîn sînor.”
Tugluk, diyar kir ku li sînor destûr nehatiye dayîn ku alîkarî bê derbaskirin û wiha dom kir: “Me bi reyadaran re hevdîtin pêk anîn, her wiha em walîtiya Mêrdinê û Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay re hevdîtin pêk anî. Li gorî agahiyên ku ji me re hatine dayîn, wê alîkariyên hatine vir, di nava nîv saetê de bêne kontrolkirin û piştre destûra derbasbûna wan bê dayîn. Lê piştî van gotinan nêzî 10 saet derbas bûn û hîn tiştek çênebûye.”
Tugluk, got ku tiştên li vir tên jiyandin li dijî ruhê pêvajoya çareseriyê ye û wiha pê de çû: "Li Rojava pirsgirêkên gelekî cidî tên jiyandin, lê li vir ji ber sedemên burokratîk destûr nayê dayîn.” Tugluk, destnîşan kir ku heta destûra derbasbûna alîkariyê tê dayîn ew ê li ser sînor bin.