Aldar Xelîl ji pêşmergeyên berê yên YNK'ê re spas kir

Aldar Xelîl ji pêşmergeyên berê yên YNK'ê re spas kir

Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl piştî pêşmergeyên YNK'ê yên kevin bi daxuyaniyekê gotin, "Ger pêwîst be em dê çekên xwe hildin û biçin alîkariya Rojava" li gel kêfxweşiya xwe spasî ji pêşmergeyan re pêşkeş kir. 

Piştî ku li Rojavayê Kurdistanê şerê di navbera çeteyên El Nusra û hêzên YPG'ê de her diçe dijxwar dibe û ev çete kurdan di şer de wekî mertalên zindî bikartîne, nerazîbûnên li hemberî wan û piştgiriya ji bo YPG'ê jî her diçe bilind dibe. 

Li Herêma Başûrê Kurdistanê, duh pêşmergeyên kevin ên Yeketiya Nîştîmanê Kurdistan (YNK) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo YPG'ê diyar kiribûn û gotibûn: “Em hemû pêşmergeyên kevin yên YNK’ê bi çekên xwe ve ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê amedene. Em dixwazin li hemberî wan komên çekdarên çete yên ku xwîna kurdan dirêjînin rawestin û rê nedin wana ku êrîşên hovane li hember kurdan pêk bînin." 

Li ser vê piştgiriya pêşmergeyên kevin, Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl bi daxuyaniyekê kêfxweşî û spasiya xwe anî ziman. Xelîl weha got: “Em van hestên netewî yên pêşmergeyên kevin ên YNK’ê û gelê xwe bi rêzdarî silav dikin. Ev hestên gelê me ji bo me bûye kêfxweşî û hêzek mezin. Em dizanîn ku gelê me yê parçeyên din ên Kurdistanê jî bi me re ne û vê hesta wan, ji dil û can silav dikin."