Afîşên Başûrê Kurdistanê li Fransa bû mijara nîqaşan
Afîşên Başûrê Kurdistanê li Fransa bû mijara nîqaşan
Afîşên Başûrê Kurdistanê li Fransa bû mijara nîqaşan
Afîşên bi wêneyê Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî û qadên razandina aborî yên Başûrê Kurdistanê nîşan didin, ket rojeva medya Fransayê.
Di afîşên bû mijara nîqaşan de, wêneyên Barzanî yê bi sekneke ji xwe bawer li pêşerojê dinêre û hin sektorên aboriyê yên Başûrê Kurdistanê cih digirin. Di nava van de rafîneriyeke petrolê ya Başûrê Kurdistanê, muhedîsên li ser înşaatekê dixebite û xwendekarên zanîngehê yên dîplomayên xwe distînin, cih digire.
Di nivîsa jorîn a afîşê de gotina "Kurdistana Iraqê: Li Rojhilata Navîn giraveke stabîl" balê dikşîne û li nava afîşê jî bi tîpên mezin dirûşma "Mesûd Barzanî: Hêvî û piştevanê gel" cih digire. Li binê afîşê jî gotina "Aramî, demokrasî û aştî; Vaye ev e nirxên Kurdistana Iraqê" balê dikşîne.
SEROKKOMARÊN KAMERÛN Û KAZAKÎSTANÊ JÎ HATIBÛN DANASÎN
Afîşên SeroKê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî û Kurdistan dida naskirin, li Parîs û derdora wê li 150 firoşgehan di navbera 8-14'ê Tîrmehê de hatibûn daliqandin. Çêkirina reklama welatekî biyanî û lîderê wê yê siyasî, bû mijara nîqaşan. Kargeha Prestige Communication ku sîparîşa afîşan girt, di heman demê de xwediyê kovara I'Essentiel a li qada navnetewî weşanê dike ye. Kovarê beriya niha lîderê 30 salan ê Kamerûnê Paûl Biya û lîderê Kazakîstanê yê nayê guhertin Nûrsûltan Nazarbayev, wêneyên wan li bergê xwe bicih kiribû û rastî rexneyan hatibû.
Karê belavkirina reklamên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi kargeha Prestige Communication da çêkirin, ji sala 2005'an û vir ve ji aliyê Mediakiosk a karê reklaman ê Şaredariya Parîsê dike ve, hat kirin. Tê gotin, ji ber ku kargehê bi Saziya Kontrola Pişeyî ya Karên Reklamê (ARPP) ne şêwiriye û afîş belav kiriye, nîqaş derketiye.
KARGEHA BELAVKAR: "NE DÎKTATOREKÎ DEST BI XWÎN, LÎDEREKÎ HILBIJARÎ YE"
Kargeha Mediakiosk der heqê mijarê de agahî da û got, "Mesûd Barzanî bi awayekî demokratîk hat hilbijartin. Ne dîktatorekî dest bi xwîne" û bal kişand ser bêwatebûna nerazîbûnan. Kargehê her weha diyar kir ku ji ber ku karê belavkirinê hinekî bi lez û bez çê bû, ew xemgîn e.
ŞAREDARIYA PARÎSÊ: EGER HAYA ME JE HEBÛYA, MEYÊ ASTENG BIKIRA
Hat îdîa kirin ku haya nûnerê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê yê li Parîsê jî ji afîşan tinebû û Mudurê Giştî yê ARPP Stephane Martin der heqê afîşan de got, "Afîşên reklaman ên siyasî, li Fransayê di nava çarçoveyekê de tê kirin. Ev rewşeke xweser a siyasetmedarên Fransî ye." Martin hewl da bi van gotinan rave bike ku çima afîşên Barzanî bûye mijara nîqaşan.
Rayedarên Şaredariya Parîsê jî der heqê mijarê de ji çapemeniya Fransayê re peyivîn û diyar kirin ku di warê teknîkî û huqûqî de mafê wan ê vekişandina van reklaman hebû, lê haya wan jê tinebû. Rojnameya Le Monde jî îdîa kir ku afîş li Qada Bastille ya dîrokî û çerxerêya Saint-Michel tê dîtin, lewma ne mimkune ku haya Şaredariyê jê tinebe.
AFÎŞ LI PÊVAJOYEKE BILINDBÛNA TÊKILIYÊN ABORÎ RAST HAT
Afîşên Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî, li pêvajoyeke ku têkiliyên aborî û siyasî yên Fransa û Başûrê Kurdistanê derket asteke bilind, rast hat. Di meha Hezîranê de, dêwa petrolê ya Fransî Total, lîsansa ji sedî 80'yî para qadeke petrolê ya li Başûrê Kurdistanê stendibû. Di dawiya Hezîranê de jî, Mesûd Barzanî li paytext Parîsê ji aliyê Serokkomarê Fransayê François Hollande ve hatibû pêşwazîkirin.
Du hefte beriya serdanê jî kargeha rêyên hewayî ya Fransayê Air France dabû xuyakirin ku ji balafirgeha Paris Roissy-Charles-de-Gaulle wê seferên Hewlêrê bên kirin.
"PIRSGIRÊKÊN XIZMATÎ, BERTIL Û RAMANÊ HENE"
Çapemeniya Fransayê, hin pêkanînên li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê weke sedema pirsgirêka belavkirina afîşên Barzanî nîşan dide. Hikûmetê bi sûcên li dijî çapemenî, xizmatî û bertilê tewanbar dike û polîtîkayên çapemenî û azadiya ramanê rexne dike. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe ya meha Sibatê de Hikûmeta Başûrê Kurdistanê sûcdar kiribû ku hewl dide azadiya ramanê bifetisîne û îdîa kiribû ku rojnamevan û gelek siyasetmedarên mûxalîf ên "bê guneh" li girtîgehê tên ragirtin.