Îsraîlê gef li Îranê xwar: Em ê weke Hamasê lê bikin!

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz çar roj piştî êrîşa Hûsiyên Yemenî ya li ser balafirgeha Tel Avîvê gef li lîderên Îranî xwar û got, wan li Xezeyê çi bi Hamasê kiribin, wê heman tiştî bikin.

Katz di daxuyaniyê de got, "Ez hişyariyê didim wan lîderên Îranî ku rêxistina terorê ya Hûsiyan fînanse dikin, bi çek dikin û bi kar tînin: Sîstema we ya wekîl bi dawî bû û 'Çarçoveya Şer' hilweşiya."

Wezîrê Îsraîlî got, "Ji niha û pê ve hûn berpirsyar in. Me li Beyrûdê çi bi Hîzbûllahê kir, li Xezeyê çi bi Hamasê kir, li Şamê çi bi Esad kir, li Tehranê jî em ê heman tiştî bi we bikin."