Îşev li Xezeyê agirbest dikeve meryetê

Kabîneya Ewlekariya Îsraîlê agirbesta li Şerîda Xezeyê ya di bin dorpêçê de erê kir û agirbest îşev saet 02:00’an dikeve meryetê.

Ji hewldanên agirbestê yên ji bo şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de encamek derket. Kabîneya Ewlekariya Îsraîlê agirbesta li Şerîda Xezeyê ya di bin dorpêçê de erê kir û  ragihand ku agirbest wê îşev saet 02:00’an bikeve meryetê.

Rayedareke Hamasê ku ji Reûtersê re axivî agahiya ku wê îşev agirbest saet 02:00’an bikeve meryetê piştrast kir.