5 kes li Qoserê hatin binçavkirin

5 kes li Qoserê hatin binçavkirin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.

Li Qoserê piştî xwepêşandanên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê ku tevahiya 4 rojan dewam kir, serdegirtinên malan zêde bûn. Di xwepêşandanan de ku gelek kes hatin binçavkirin, hat ragihandin ku danê êvarî di seregirtinên malan de Mustafa, Ferhat, Vedat, Muhammed û Abdurrahman Bîlecek ên birayên hev in hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku her pênc bira ji bo  jêpirsînê birine Midûriyeta Polîsan a Qoserê.