5 binçavkiriyên li Cizîrê şandin Amedê

5 binçavkiriyên li Cizîrê şandin Amedê

Ji bo darizandina 5 welatiyên di serdegirtinên duh ên li navçeya Şirnex Cizîrê de ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin, şandin Amedê.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, 5 kedên duh di serdegirtinên malên li taxên Yafes, Sûr û Nûrê de hatin binçavkirin, piştî lêpirsîna li Muduriyeta Emniyetê ya Şirnexê, ew şandin Amedê. 

Mehmet Çagdavûl (19), Mehmet Seîd Arslan,Mehmet Zekîn Ongun (18), Rênas Çetîn (21) û Abdûrrahman Onder (18) ku bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatin binçavkirin, tê payîn sibê derkevin pêşberî dadgehê.