3 Kobaniyên din ên li sînor dihatin ragirtin jiyana xwe ji dest dan
3 Kobaniyên din ên li sînor dihatin ragirtin jiyana xwe ji dest dan
3 Kobaniyên din ên li sînor dihatin ragirtin jiyana xwe ji dest dan
3 Kobaniyên din ên di şer û pevçûnên li Kobanê de birîndar bûn û ji bo tedawiyê anîn Pirsûsê ji ber nêzîkatiya rayedarên Tirk a dikin mijara bazariyê jiyana xwe ji dest dan.
Nêzîkatiyên kêfî yên rayedarên Tirk li hemberî Kobaniyên di şer û pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ de birîndar dibin û ji bo tedawiyê tînin Pirsûsê dewam dikin. Tevî li derdorê Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê yê yekane rêya têkilî danîna bi Kobanê re ti şer nîne jî rayedarên Tirk bi hincetên cuda derbaskirina birîndaran ku asteng dikin, gelek birîndar bi saetan li aliyê sînor ê din tên ragirtin.
3 birîndarên ji duh bi şev ve li deriyê sînor tên ragirtin ji ber zêde xwîn winda kirin jiyana xwe dest dan û gelek birîndar jî piştî bi saetan deriyê sînor vekirin bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.
Hat hînbûn ji birîndaran rewşa 5’an giran e, birîndarek rakirin emeliyatê û 2 birîndar jî hatine sewqkirin. Li gorî agahiyên hatin girtin rayedar her roj bi hincetekê derbasbûna birîndaran asteng dikin.
Rayedarên êrîşa duh a li hemberî emniyeta polîsan a Çewlikê kirin hincet deriyê sînor girtin, bi dawînîna bûyeran ku dikin mijara bazariya ji bo dermankirina birîndaran.