3. civîna Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî bi encam bû
3. civîna Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî bi encam bû
3. civîna Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî bi encam bû
Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd a bi tevlîbûna tevayî endaman civîna xwe ya sêyemîn îro li Hewlêr li dar xist. Di daxuyaniya piştî civînê de hat gotin ku wê civîn sibê jî dewam bike.
Sêyemîn Civîna Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd îro bi dawî bû. Civîna ku saet 15.00’an destpê kir heta saet 18:30’an dewam kir. Civîna ku bi tevlîbûna hemû endaman pêk hat bi qasî 4 saetan berdewam kir. Di daxuyaniya kurt a piştî civînê de hat gotin ku wê civîn sibê jî dewam bike.
Daxuyaniya ku li ser navê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd hat kirin wiha ye: “Di 01.08.2013’an de Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd bi tevlîbûna hemû endamên komîteyê saet 3.00’an dest bi civîna xwe kir. Civînên komîteyê yên amadekariyan dewam dike. Dema civîn bi encam bûn wê encamên civînan bi raya giştî re were parvekirin.”