2 welatiyên li Rojava birîndar bibûn, anîn Qoserê
2 welatiyên li Rojava birîndar bibûn, anîn Qoserê
2 welatiyên li Rojava birîndar bibûn, anîn Qoserê
Ji 7 welatiyên li Qamişlo û Serêkaniya Binxetê ku ji ber teqînan birîndar bûbûn, 2 kes li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê tên dermankirin.
Li gorî agahiyan; 2 welatiyên li Qamişlo û Serêkaniya Binxetê ji ber teqînan bîrindar bûbûn ji bo dermankirinê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Besar Yakup Corc ê 31 salî û Huseyîn Alî Abdullah ê 33 salî ku bi giranî birîndar bûne, bi ambulansa Şaredariya Serêkaniya Serxetê ji bo dermankirinê anîn nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku 5 birîndarên din ku navê wan nehatiye hînbûn li Qamişloyê tên dermankirin.
Rêveberên BDP'ê û Şaredarê Qoserê Ferhan Turk li nexweşxaneyê çûn serdana birîndaran.