2 gund û çend gundikên Serêkaniyê hatin rizgarkirin

2 gund û çend gundikên Serêkaniyê hatin rizgarkirin

Çalakî û operasyonên YPG/YPJ'ê yên li Cezaa û Serêkaniyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk tînin, bi dijwarî dewam dikin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di şerê duh bi şev ê li Cezaayê de 15 çete hatine kuştin, li rojavayê Serêkaniyê jî 2 gund û çend gundik hatine rizgarkirin.

LI CEZAAYÊ 15 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku duh bi şev saet di 21'an de, li herêma di navbera gundên Arca Şêxan û Sutûkê de li dijî 2 nuqteyên çeteya çalakî hatine lidarxistin.

Hat ragihandin ku di encama vê çalakiyê de motorsîkleteke çeteyan hatiye îmhakirin, çeteyên hewl dane dest li rewşê werdin jî derbên giran xwarine. Navendê diyar kir ku li vê derê doçkayeke 23'ê jî hatiye rûxandin û 15 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin, 6 çete jî birîndar bûne.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh li rojavayê Serêkaniyê jî derketine operasyonê.

LI SERÊKANIYÊ 2 GUND Û ÇEND GUNDIK HATIN RIZGARKIRIN

Li gorî agahiyên navendê da, di operasyonê de 2 gund û çend gundikên ku çeteyan dagirkiribûn hatin rizgarkirin, lê der barê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.