15 komên çete li Til Hasil û Til Eran komkujiyê li Kurdan dikin

15 komên çete li Til Hasil û Til Eran komkujiyê li Kurdan dikin

Hate ragihandin ku li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên dikevin rojavayê bajarê Helebê 15 komên çekdar êrîşî welatiyên kurd dikin, malên wan talan dikin, sivîlan digirin, dikujin û li pêkanînê dijmirovahiyê dikin. Li heman herêmê pevçûnên di navbera van koman û Cephet El-Ekdar ku ji kurdan pêk tê jî didomin. 

Li bajarokên Til Hasil û Til Eran ên girêdayî Helebê ku piranî welatiyên kurd lê dijîn, pevçûnên ku piştî êrîşên komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cephet El-Nusra ên di 29’ê Tîrmehê de, di navbera wan û Cephet El-Ekrad de destpêkirin, didomin.

Hat ragihandin ku, komên êrîşkar bi topên hawanê û çekên giran êrîşî herdu bajarokan dikin. Her wiha welatiyan digirin, êşkence li wan dikin û hinek welatî jî kuştine. Hate hînbûn ku di nava welatiyên ji aliyê van koman ve hatine revandin  û êşkence li wan tê kirin de jin û zarok jî hene. Hate gotin ku komên çete jinan tazî dikin û êşkenceyên dijmirovahiyê li wan dikin.

‘HÊRSA TÊKÇÛNA XWE JI SIVÎLAN DIGIRIN’

Derbarê mijarê de Berdevkê Cephet El-Ekrad Salih Cibo agahî da ANHA’yê û got ku di pevçûnan de 5 hevalên wan jiyana xwe ji dest dane û 10 jî birîndar bûne. Cibo, anî ziman ku 30 endamên komên êrîşkar jî hatine kuştin û gelek alavên leşkerî jî hatine desteserkirin. Cibo, destnîşan kir ku komên çekdar dixwazin tola têkçûna xwe ya li Rojavayê Kurdistanê, li herêmên dûrî Rojava ji gelê kurd ê ku bi tenê mane bigirin û daxuyand ku komên çete gelek îşkence li welatiyên kurd dikin. Ciho got ku wan li hemberî van pêkanînan amadekariyên xwe kirine ku ew ê herêmên xwe bi parêzin.

’10 JIN REVANDIN’

Cibo, destnîşan kir êrîşkaran 10 jin revandine, ew tazî kirine, îşkence li wan kirine û pekanînên li dijî mirovahiyê kirine. Cibo anî ziman ku kesên ku ji van bajarokan derdikevin jî ji aliyê van koman ve têne gulebarankirin û hinek ji wana jiyana xwe ji dest dane.

Şahidên bûyerê jî gotin ku komên çete malên kurdan hilweşandine, talan kirine.

Ji welatiyên hatine qetilkirin ên ku navên wan hatine hînbûn ev in:

“Adil Epto, Hemud Hecî Ercûn, Nûrî Ercûn, Elî Îbnî Arif Hewa, Ednan Setuf Betûşê.”

‘REJÎM JÊ SÛDÊ WERDIGIRE’

Li aliyê din Cephet El-Ekrad têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku El-Ekrad jî dibin banê Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad de cihê xwe digire, lê meclîs li hemberî pêkanînên van koman dengê xwe nake û ev bêdengî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca êrîşên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra gelê kurd û Artêşa Azad e û wiha hat gotin: “Piştî êrîşên van koman komên Artêşa Azad hêzên xwe birin Til Eran û Til Hasil. Li ser vê yekê hêzên rejîmê jî ev ji bo xwe wekî firsend dît û li herêma Sifîra û Babê xetek li ser riya Helebê jixwe re vekir.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku 15 komên çekdar êrîşî Til Eran û Til Hasil dikin û navên van koman wiha hate rêzkirin:

“Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra, Ehrar  El-Şam a ku Ebû Salih Deho pêşengiya wê dike, Eniya El-Sifêra, Ehrar Dara Izze, El-Fuc El-Ewwel a girêdayî Liwa El-Tewhîd ku kesê bi navê Îbrahîm El-Xetîp pêşengiya wê dike, Ensar El-Sina ku kesê bi navê Hêlanî pêşengiya wê dike, Ketîba Fecir El-Îslam a ku Ebdullah El-Fadî pêşengiya wê dike, Ehrar El-Sefîra ku Zekur Derdiş pêşengiya wê dike, Ehrar El-Reyyan a ku Ehmed Yusuf pêşengiya wê dike, Ehrar Xenasir ku kesê bi navê Mazin pêşengiya wê dike, ketîba Elî Bin Ebû Talip a ku kesê bi navê Welîd Hekîm pêşengiya wê dike, Ketîba Emmar Bin Yasir a ku kesê bi navê Mehemed Hesen pêşengiya wê dike, Liwa El-Fetih, Lîwa Sultan Mehemed Fatih û  hinek komên din.”