15 ambûlansên Heyva Sor gihaştin Rojava

15 ambûlansên Heyva Sor gihaştin Rojava

15 ambûlansên Heyva Sor a Kurdistanê li Ewropayê di çarçoveya kampanyaê de kirî, gihaştin rojavayê Kurdistanê.

Ji van ambûlansên ji Ewropayê hatin şandin 2 jê ji ser navçeya Riha Pirsûsê hat şandin Efrînê û yên mayî jî di encama danûstandinan de ji deriyê Sêmalka ketin Rojavayê Kurdistanê.

Ji her 13 ambûlansên herî dawî gihaştin Rojava, 2 jê danê êvarê li Serêkaniyê û 2 jê jî li Girkê Legê hatin wezîfedarkirin. 9 ambûlansên din jî li bajarên li ser sînor hatin wezîfedarkirin.

Dr. Ciwan Mûstafa li Serêkaniyê ambûlans teslîm kir û kêfxweşiya xwe ya ji ber gihaştina ambûlansan anî ziman û got, "Em hêvîdarin wê nexweşên me yên bi rewşa lezgîn nebe û pêwistî bi ambûlansan jî hebin."

Hat ragihandin ku ji ambûlansan 2 jê xwedî alavên tibbî nînin û bi tenê weke wesaît teslîm hatine girtin.