'Hevrê Zîlan rêya azadî û bi rûmet nîşanî her kesî da'

Gazî Zozan Kobanê û Axîn Kobanê fermandar Zîlan bi bîr anîn û gotin, “Hevrê Zîlan rêya azad û bi rûmet nîşanî her kesî da. Zîlan ji jinan û gelê xwe re bû pêşeng û qehreman.”

Gazî şer Zozan Kobanê û Axîn Kobanê bi wesîleya 30’emîn salvegera şehadeta fermandar Zîlan nêrînên xwe bi me re parve kirin.

‘XWEDAWEND ZÎLAN BI ÇALAKIYA XWE JINA SERHILDÊR AFIRAND’

Zozan Kobanê diyar kir ku Rêber Apo pir qîmet dide pêşeng û şehîdên azadiyê û got, “Rêbertî dibêje, ‘Pêwîst e her jinek bişibe Zîlan û her mêrek jî bişibe Egîd.’ Bi rastî ev gotina Rêber Apo ya têkildarî  xwedawend Zîlan û mêrxas Egîd gelekî bala mirovan dikişîne û mirov dide hizirandin. Di kesayeta hevrê û qehreman Zîlan û Egîd de, jin û mêrên azad heye. Rêbertî her hewl dide rastiya van pêşengan bi her kesî bide fêmkirin. Rêbertî ji bo gelê Kurd û mirovahiyê xeta jin û mêrên azad weke pîvanên azadiyê destnîşan kiriye.”

Zozan Kobanê di dewama axaftina xwe da xuyakirin ku hevrê Zîlan di kesayeta xwe de serkeftin qezenc kir, pergala partîzaniya heqîqî çêkir û wiha axivî, “Ev jî zanebûn, bedewî û ruhê wê yê gihiştiye asta herî bilind a fikir û ramanên Rêber Apo nîşan dide. Xwedawenda me di kesayet û jiyana xwe de her xwedî fikir û ramanên azad bû. Dev ji jiyana berê berda û berê xwe da şoreşa azadiyê. Hevrê Zîlan di kesayeta xwe de jina kole û zilamê desthilatdar bi bin xist. Jin û jiyana azad divê çawa bin nîşanî her kesî da. Hevrê û xwedawend Zîlan bi çalakiya xwe jina serhildêr afirand.”

‘EM Ê DI RÊYA ZÎLANAN DE TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’

Gazî Axîn Kobanê jî anî ziman ku 6’ê Gulana 1996’an hêzên tarî yên girêdayî dewleta Tirk li hember Rêber Apo êrîşeke bombeyî ya nemerd pêk anîn û got, “Hevrê Zîlan bi awayeki serkefti bersiva hêzên komploger da. Li hember wê êrîşê, ew çalakiya bi lehengî pêş xist. Ji bo xeteriyên li ser Rêber Abdullah Ocalan bide aliyekî canê xwe feda kir. Neyarê gelê Kurd poşman kir. Hevrê Zîlan xwest rastiya şoreşgerî bide fêmkirin û ji neyar û xayînan re bêje destên dirêjî Rêberê gelan û jinan bibe wê bên şikandin. Xwedawend Zîlan bi awayê, ‘Hûn ê nikaribin destê xwe dirêjî Rêberê me bikin’ ew çalakiya dîrokî lidar xist.”

Axîn Kobanê wiha dawî li axaftina xwe anî, “Fermandar Zîlan bû stêrka azad û ber bi asîmanê welatê rojê ve bilind bû. Hevrê Zîlan rêya azad û bi rûmet nîşanî her kesî da. Zîlan ji jinan û gelê xwe re bû pêşeng û qehreman. Em ê timî di rêya Zîlanan de têkoşîna xwe bêteredut bimeşînin. Her jin û mêrê bi biryar e bi rûmet û azad bijî, pêwîst e di xeta Zîlanan û rêya Rêbertî ji me re vekiriye de bimeşe.”