ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Xelkê Tirbespiyê şehîd Samir El Elî spart axê
Xelkê Tirbespiyê şehîd Samir El Elî bi merasîmekê spart axê. -
TEV-DEM: AKP bi piştgiriya PDK'ê li ser piyan dimîne
TEV-DEM'ê got, "Mesrûr Barzanî bi daxuyaniyên xwe hewl dide dagirkeriya Tirk rewa bike. AKP bi piştgiriya PDK'ê li ser piyan e." -
Rojavayî di sala 44'an de qalê dikin bê PKK çawa nas kirin -2
Şêx Mişmiş ku li Reqayê di navbera salên 1979-1980'î tevlî karên avabûnê yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû, diyar kir ku wê demê wan ji gerîla û şehîdan hêz werdigirt. -
QSD: Dewleta Tirk hewldide îstîqrar û ewlekariyê têk bide
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di civînekê de êrişên dagirkeriya Tirk nîqaş kir. Fermandariyê diyar kir ku armancê êrişan têkdana îstîqrar û ewlekariyê ye û ew wan gefên dagirkeriyê cidî digirin. -
Dewleta Tirk li Efrînê qadên arkeolojîk talan dike
Dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Bilbilê ya Efrînê sê sal in li Girê Bîrê kolandinê dike û qadê talan dike. -
PYD'ê nerazîbûn nîşanî Mesrûr Barzanî da: Xwe jê vegirin!
PYD'ê bang li Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Mesrûr Barzanî kir ku dest ji 'rewakirina dewleta Tirk' berde û 'bêyî dereng bikeve' xwe ji dewleta Tirk vegire. -
PYD: Tawanên hikumeta Şamê krîzê girantir dike
PYD'ê ragihand ku tawanên hikumeta Şamê li Rêveberiya Xweser dike, krîzê girantir dike. -
Şêniyên kampa Vegerê: Em ê heya rizgarkirina gund û warê xwe li ber xwe bidin
Şêniyên kampa Vegerê ya navçeya Şêrewayê, ku ji ber zilm û zora dewleta Tirk koçber bûne, ji kiryarên dagirkeran xelas nebûne. Şênî dibêjin, ew ê heya rizgariya warê xwe berxwedana xwe bidomînin. -
Rojavayî qalê dikin, bê PKK çawa nas kirine -1
Ehmedê Pîrê ku sala 1979'an li Kobanê dema ku berberî dikir PKK nas kir, ji sempatîzaniyê heta bi kûryetiyê qala têkoşîna xwe ya heta niha û bandora Ocalan a li ser wan kir. -
Dewelta Tirk Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya M4, Kampa Eyn Îsa û hawîrdora wê toparan kir. -
Roja 48’an a çalakiya li Sêmalkayê: Sedemê dagirkeriya li Başûr PDK ye
Malbatên ku ev 48 rojin ji bo wergirtina cenazeyên 5 gerîlayên HPG’ê yên ji aliyê PDK’ê ve hatine qetilkirin di çalakiyê de ne, bang kirin ku ji bo radestkirina cenazeyan zext li PDK’ê bê kirin. -
Dewleta Tirk li Efrînê peykera Newroz wêran kir
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê ya ku dagirkirinî peykera ku li çerxerêya Newrozê hebû wêran kir. -
Li Cindirêsê cenazeyek ku şopên êşkenceyê li ser hebû hat dîtin
Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, li nav baxçeya zeytûnan cenazeyê pîemêrekê ku hatibû êşkencekirin hat dîtin. -
Zarokên Kobanê şer protestokirin
Zarokên Kobanê bi munasebeta Roja Zarokan a Cîhanî daketin qadan û banga rawestandina şeran kirin. -
Şêniyên Tebqayê TC şermezar kir û ji Rêberê Gelê Kurd re azadî xwest
Li bajarê Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî hat xwestin. -
MÎT'ê li Efrînê 6 mirovên extiyar revandin
MÎT'ê li navçeya Raco ya Efrîn a dagirkirî 6 kesên ji 50 heta 70 salî revandin. -
Ji fermandarên QSD'ê: Dewleta Tirk dixwaze têkçûna xwe binixumîne
Ji Fermandarên QSD'ê yê Girê Spî Baz Cindirês diyar kir ku QSD û gel wê bi hev re xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û got, dewleta Tirk ji bo têkçûna li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre êrişî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. -
Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan
Li navçeya Çelebî ya Kobanê bi sedan welatî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî lidarxist. -
Dewleta Tirk li Efrînê 3 kes revand
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya girêdayî Kantona Efrînê 3 welatiyên bi navê Henan Îbrahîm Mewas, Hecî Murad Hecî Hiso ve Mesûd Osman Xelo revandin. -
Li Til Hemîsê şaneyeke çeteyan hat têkbirin
Hêzên Ewlekariya Hindurîn ya Til Hemîsê 4 çete destgîrkir û dest danî ser gelek belge û kel û pelên leşkerî. -
Yekîtiya Mamosteyan xiyaneta PDK’ê şermezar kir
Yekkîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga radestkirina cenazeyên şehîdan li PDK’ê kir û xiyaneta PDK’ê şermezar kir. -
Ciwanên Efrînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo şikandina tecrîdê li Kantona Şehbayê meşek li dar xistin. -
Artêşa Tirk a dagirker bi topan li Eyn Îsa û Rêya M-4’ê dide
Artêşa Tirk a dagirker bi topan li gundên Eyn Îsa û li Rêya M-4’ê dide. -
Êrişên dagirkeran didome
Artêşa Tirk a dagirker 3 gundên Şêrawa û Til Rifat topbaran kir û êrişî nuqteyek ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir. -
Çalakiya Sêmalka di roja 46’an de ye: Cenazeyên me bidin
Di roja 46’mîn a çalakiya ku ji aliyê malbatên şehîdan li Sêmalka hatî destpêkirin de, malbatan careke din bang li PDK’ê kirin û daxwaza radestkirina cenazeyên zarokên xwe kirin.