ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Anarşîst Elena: Rojava ji bo me tecrûbeyeke girîng e
Rojava, bi berxwedana li dijî faşîzm û dagirkeriyê, bi civaka azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk re bala rêxistinên anarşîst ên li cîhanê kişand. Anarşîst Elena got, "Ji ber ku serketina Şoreşa Rojava serketina rêxistinên şoreşger ên cîhanê ye." -
Nobeta li Sêmalka di roja 70’yî de didome
Çalakiya nobetê ku Meclîsa Malbatên Şehîdan li Deriyê Sînor ê Sêmalka daye destpêkirin di roja 70'yî de berdewam dike. Çalakgeran anî ziman ku heta bêbext cenazeyê şehîdên me radestî me neke, em dest ji çalakiya xwe bernadin. -
Artêşa Tirk êrîşî gundekî Til Temirê kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Til Tewîl ê navçeya Til Temirê topbaran dikin. -
Di operasyona li dijî şaneya DAÎŞ’ê ya li Dêrazorê de 5 çete hatin kuştin
Yekîneyên Antîteror (YAT) a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Dêrazorê li dijî şaneyek yê DAÎŞ’ê operasiyonek pêkanî. Di encama operasiyonê de 5 çete hatin kuştin. -
Êrişên li ser Şengalê li Heleb û Şehbayê hat şermezarkirin
Li Helebeê Meclîsên Giştî yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û li Şehbayê jî Yekîtiya Êzidiyên Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava êrişên dewleta Tirk yên li ser Şengalê şermezarkirin. -
Dewleta Tirk li Efrînê 5 sivîl revandin
Li gorî agahiyên hatin girtin li gundê Xezawiyê yê girêdayî navçeya Şêrawa dewleta Tirk 5 sîvîl revandin. -
Li Qamişlo ji bo bîranîna Sîbel Bulut dara sêva hate danîn
Ji bo yek ji fermanara MLKP'ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) ku di berxwedana Kobanê de şehîd bûyî li Qamişlo bîranînek hate lidarxistin û dara sêvê hate danîn. -
QSD'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
QSD'ê ragihand ku 2 şervanên wan li gundê El Derdarre yê Til Temirê, di berxwedana dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûne. -
Sîxurên MÎT'ê yên li Rojava hatin girtin li xwe mikur hatin
Berpirsyar û sîxurên MÎT'ê yên bi operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin girtin, li xwe mikur hatin ku ji bo tevlîhevî û sûîqestan li herêmê bikin hatine wezîfedarkirin. -
Ciwanên Efrînê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Li navçeya Ehdas ya Şehbayê ciwanan bi dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê“ meşek girseyî li darxistin. -
Nîştecihên Hesekê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Kantona Hesekê bi boneya 10`ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan û îşaret bi girîngiya bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
QSD’ê 100 çeteyên DAÎŞ’ê teslîmî Iraqê kir
QSD’ê 100 çeteyên DAÎŞ’ê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de teslîmî hikumeta Iraqê kir. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşê dibe ser Eyn Îsa û Şerayê
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Malikiyê ya Şerayê û gundê Fatsa ya Eyn Îsa dixin. -
Endamên Meclîsa Navçeya Amûdê çalakiya li Sêmalkayê wergirtin
Endamên Meclîsa Navçeya Amûdê di roja 68’an de çalakiya li Sêmalkayê wergirtin. -
Omer: Hêzên navnetewî bi berpirsyariya xwe ranabin
Hevserokê Daîreya Karê Derve ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê Evdilkerîm Omer diyar kir derheqê darizandina DAÎŞ’iyan û kampan hêzên navnetewî bi berpirsyariya xwe ranabin û got, ‘’rewş pir cidî ye.’’’ -
Komîteya Perwerdeyê û nûnerên Partiya Komarî ya Kurdistanê çûn serdana çalakiya li Sêmalkayê
Endamên Komîteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê û şandeyeke Partiya Komarî ya Kurdistanê serdana konê çalakiyê kirin. -
YPJ: Dewleta Tirk sûcên hovane dike
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Dinyayê diyar kir ku dewleta Tirk sûcên hovane dike û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî da. -
Li Eyn Îsayê pêşî li hewldaneke dagirkeriyê hate girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li gundekî li başûrê Eyn Îsayê pêşî li hewldaneke dewleta Tirk a dagirkeriyê hatiye girtin. -
PYD: Divê Neteweyên Yekbûyî rejîma Tirk rawestîne
PYD'ê diyar kir ku dewleta Tirk bi rengekî giran mafên mirovan binpê dike û got, "Divê Neteweyên Yekbûyî rejîma Tirk rawestîne." -
Li Efrînê di nava 4 salan de 686 sivîl hatin kuştin
Dewleta Tirk a dagirker ku Efrîn kiriye êşkencexane, di nava 4 salan de 686 sivîl qetil kir, 8 hezar û 455 sivîl jî revand. Aqûbeta nîvê kesên hatine revandin nayê zanîn. Dagirkeran li bajêr bi dehan zindan ava kirin. -
Li Helebê çalakiya konvedanê bi dawî bû
Li Helebê çalakiya konvedanê ya bi dirûşmeya “Dem Dema Azadiyê ye“ bi daxuyaniyek girseyî dawî bû. -
Bi hezaran Hesekeyî ji bo Merwan Bedel meşiyan
Ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk ya li ser Şengalê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Gel bi gotina “Duh DAÎŞ’ê qetil dikir, îro jî evane” îşaret bi Erdogan, Barzanî û Kazimî kir. -
Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiya
Welatiyên Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî li darxistin û diyar kirin ku heta heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê li qadan bin û têkoşîna xwe bilind bikin. -
Dewleta Tirk di nava salekê de 37 kes qetil kir
Rêxistina Mafê Mirovan a herêmê Cizîrê ragihand ku ji destpêka sala 2021’an û vir de dewleta dagirker ya Tirk di nav de 17 zarok û tevahî 37 kes qetil kirine. -
YPJ: Berpirsyarê sereke yê êrişa li ser Şengalê, PDK ye
YPJ’ê derheqê êrîşa li ser Şengalê ku di encamê de Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd bûbû daxuyanî da, diyar kir ku ew êrîşan weke domdariya fermanê didomînin û êrîş şermezar kir.