ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Xelkê Efrînê: Kes nikare me ji fikir û felsefeya Apoyî qut bike
Xelkê Efrînê yê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji neçarî li Şehbayê dimîne, diyar kirin ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdan xwe nas kirin, lewma kes nikare wan ji fikrê Ocalan qut bike. -
Xelkê Kobanê şehîdên xwe oxir kir
Şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê QSD’ê Emar Ukeş (Xesan) û endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mezlûm Şêxo bi meresimek girseyî spartin axê. -
Şêniyên Qamişlo êrişa li ser Merwan Bedel şermezar kirin
Xelkê Qamişlo êrişa dewleta Tirk a li ser yek ji pêşengên gelê Şengalê Merwan Bedel şermezar kirin û ev bang li PDK’ê kirin, “Cara duyem xiyanetê li gelê Şengalê neke, ji vê şaşitiyê vegere.” -
Li Sêmalkayê îxaneta PDK’ê hate şermezarkirin
Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya herêma Cizîrê çûn serdana çalakiya li Sêmalkayê. Di çalakiyê de îxaneta PDK’ê hate şermezarkirin û hate diyarkirin HPG helwesteke neteweyî nîşan dide. -
Rêveberiya Xweser: Li dijî êrişa li ser Şengalê tavilê bikevin nava liv û tevgerê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişand ser êrişên li ser Şengalê û diyar kir ku destketiyên Êzidiyan di bin gefa dewleta Tirk de ne. Rêveberiyê got, "Divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê." -
Kongreya Star êrişa li Şengalê û hêzên bêdeng dimînin şermezar kir
Kongreya Star êrişa li Şengalê şermezar kir ku di encamê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû û sersaxî xwest. -
TEV-DEM: Hêzên ku mohr danîne binê peymana 9'ê Cotmehê, ji êrişê berpirsyar in
TEV-DEM'ê ragihand ku hêzên mohra xwe danîne binê peymana 9'ê Cotmehê ji qetilkirina Merwan Bedel berpirsyar in û bang li gelê Kurd kir ku li her derê têkoşînê mezin bike. -
PYD’ê li dijî siyasetên qirkirinê yên plankirî banga ketina nav tevgerê kir
PYD’ê êrişa li ser Şengalê şermezarkir û got, “Em bang li hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê dikin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û sînorekî ji binpêkirinên serweriya Iraqê û binpêkirinên peymanên navnetewî yên ji aliyê dewleta Tirk re deynin." -
Mezlûm Ebdî: Hêzên navnetewî ji parastina sivîlan berpirsiyar e
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk li ser Şengalê şermezarkir û got, “Hêzên navnetewî ji rawestandina binpêkirinan û parastina sivîlan berpirsiyar e.” -
Li Efrînê bi hezaran darên zeytûnan hatin birîn
Dewleta dagiker ya Tirk bi çteyên xwe re li Efrînê bi hezaran darên zeytûnan birîn. -
Nîştecihên Eyn Îsa ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Li Kantona Girê Spî nîştecihên bajarê Eyn Îsa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin qadan û meş li darxistin. -
Til Koçeriyan Elî Ehmed El-Mihemed bi rê kir
Gelê Til Koçer şervanê QSD'ê yê ku şehîd bûyî Elî Ehmed El-Mihemed ji bo rêwîtiya dawî bi rê kir. -
Xiyaneta PDK'ê hate şermezarkirin
Çalakiya li Sêmalkayê bi endamên Meclîsa Navçeya Girkê Legê dewam dike. Endamên Dêrikê yên HPC'ê û kedkarên Şîrketa Girziroyê serdana çalakiyê kirin û PDK şermezar kirin. -
Li Minbicê droneyeke Tirk anîn xwarê
Hate ragihandin droneyeke Tirk ku li ser Minbicê keşf dikir anîne xwarê. -
PDK xemsar e, Dayikên Aştiyê jî bi biryar in
Dayikên Aştiyê ku careke din hatin ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê û xwestin bi rayedaran re hevdîtinê bikin, diyar kirin ku heta cenazeyên şehîdan werbigirin wê li qadê çalakiyê bikin. Dayikên Aştiyê bang li gelê Kurd kirin ku bêdeng nemîne. -
QSD’ê hewldanê êrişa çeteyên Erdogan ya li ser Eyn Îsayê têkbir
Şervanên QSD’ê hewldanên êrişkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser gundê Sigîro yê Eyn Îsayê pûçkir. -
Ji Sêmalkayê bang li PDK'ê hate kirin: Pişta xwe nespêre dewleta Tirk!
Li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê çalakiya ku ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK'ê de şehîd bûn, tê lidarxistin dewam dike. Rûspiyan di çalakiyê de bang li PDK'ê kirin û gotin, "Pişta xwe nespêre dewleta Tirk." -
Li Hesekê ji bo gerîlayê HPG’ê merasîmek hat lidarxistin
Li Hesekê ji bo gerîlayê HPG’ê Ebdulrehîm Îbrahîm (Serhed Rojava) ê ku di 27’ê Îlonê de di êrîşa artêşa dagirker ya Tirk de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûye, merasîm hate li darxistin. -
Li Efrînê jinek û sê kes hatin revandin
Li Efrînê MÎT’a dewleta dagirker ya Tirk, jinek û sê kes revandin. -
Li Efrînê kesekî din hate revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sivîlekî din revandin ku dixwest derbasî kantona Efrînê bibe. -
Dewleta Tirk li Şerayê darên zeytûnê desteser kir
Hêzên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şera ya Efrînê bi sedan darên zeytûnê yên du kesan bi zorê desteser kirin. -
Çalakiya li Sêmalkayê bi koma nû dewam dike
Konê ku li ber deriyê sînor ê Sêmalka hatiye vedan û bi rêya vê çalakiyê daxwaza cenazeyên gerîla ji PDK'ê tê kirin, di roja 62'an de ye. -
Li dijî êrîşan QSD’ê parastina xwe ya rewa kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibehê heya niha Eyn Îsa topbaran dike. Hêzên QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv da êrîşan. -
Derbeke giran li tora MÎT’ê ya li Kampa Holê hate xistin
Çeteyên ku hewl didan çek û cebilxaneyan bibin Kampa Holê ji hêla Hêzên Ewlehiya Navxwe ve hatin girtin, çete li xwe mikur hatin ku çek û cebilxane ji Girê Spî ya di bin dagirkeriya Tirk de anîne. -
Dagirker gundên Til Temirê bomberdûman dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Til Temirê bomberdûman dike.