ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêniyên Qamişloyê li dijî qirkeriya dewleta Tirk daketin qadan
Li dijî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker doh li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê kir, bi hezaran kes li heman herêmê daketin qadan. Girseya gel bi biryardariya "şerê gel ê şoreşgerî" xwepêşandaneke girseyî li dar xist. -
TEV-DEM'ê êrîşa terorî ya dewleta Tirk şermezar kir
TEV-DEM'ê êrîşa terorî ya dewleta Tirk a li Qamişlo li ser malbateke Kurd a welatparêz şermezar kir û got êrîşa li ser têkoşîna gelê Rojava ye. -
Rêveberiya Xweser êrişa li Qamişloyê şermezar kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya ku dewleta Tirk li Qamişloyê kir, şermezar kir. Rêveberiya Xweser got, "Em soz didin ku li ser şopa şehîdên xwe em ê têkoşîna xwe dewam bikin." -
Firat: Em bi hêza xwe piştrast in
Ji fermandarên QSD'ê Çiya Firat destnîşan kir ku ew bi hêza xwe piştrast in û got, "Hêzeke me ya fedakar, wêrek û xwedî tecrûbe heye ku dikare gelên xwe biparêze. Amadekariyên me jî bi vî rengî ne." -
Kongreya Star li dijî komkujiyên dewleta Tirk bang li gelan kir
Koordînasyona Kongreya Star-Rojava komkujiya ku dewleta Tirk li Qamişloyê pêk anî, şermezar kir. -
Berdevkê YPG'ê: Êriş wê bêbersiv nemîne
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd êrişa dewleta Tirk a li ser Qamişloyê şermezar kir û anî ziman ku armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e, lê wê êriş bêbersiv nemîne. -
Li Minbicê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin destgîrkirin
Yekîneyên Antî-Teror ên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê (YAT) li xaleke kontrolê ya li Minbicê 3 çeteyên DAÎŞ’ê ku xwe di wesayîtekê de veşartibûn destgîr kir. -
Di êrişa SÎHA ya li Qamişloyê de 3 kes şehîd bûn
Di êrişa Balafira Bêmirov û Biçek (SÎHA) ya ayîdê dewleta Tirk a dagirker ku li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê wesayîtekê dabû de 3 kes şehîd bûn. -
Şehîd Samîr Xelef û Ridwan Îsa sipartin axê
Endamê Hêzên Ewlekariya Hindurîn Ridwan Îsa û Şervanê Hêzên Parastina Cewherî Samîr Xelef li Hesekê sipartin axê. -
Husam Salih Cuma li Minbicê hat oxirkirin
Şêniyên Minbicê bi merasîmekê şervanê QSD’ê Şehîd Husam Salih Cuma sipatin axê. -
Dewleta Tirk li Qamişloyê li sivîlan da-NÛ BÛ
Li Taxa Hilêliyê ya Qamişloyê Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) yê ayîdê dewleta Tirk li wesayîtekê xist. -
Dagirkeran li Efrînê 2 jin revandin
Li navçeya Raco ya Efrînê, MÎT'ê û çeteyên polîsên leşkerî yên dewleta Tirk avêtin ser gundê Etmanayê. Bi hinceta ku berê bi Kurdî perwerde dane 2 jin revandin. -
Xelkê Şêrewa: Em dagirkeriyê red dikin û ti carî dest ji xaka xwe bernadin
Xelkê gundê Soxinekê ya navçeya Şêrewayê gotin, ew ji bo parastina xaka xwe her amade ne û destnîşan kirin ku tenê bi kal û pîran jî mabe wê gundê xwe biparêzin. -
Dagirkeran li herêma Babê kesek revand
Çeteyên dewleta Tirk li herêma Babê ya dagirkirî ciwanê bi navê Kawa Şemis El Dîn Mihemed (30) revand. -
QSD: Dewleta Tirk li pey provakasyonê ye
QSD’ê ragihand ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li bejahiya Serêkaniyê, Girê Spî û Eyn Îsayê li pey provakasyonê ne û diyarkir ku hêzên QSD’ê pozîsyona pêwîst girtine. -
50 wesayîtên leşkerî li qadê hatin bicihkirin
Tevgera artêşa ku dewleta Tirk a dagirker ji bermahiyên çeteyên DAÎŞ, El Kaîde û El Nûsra avakiriî ya di navbera Girê Spî û Eyn Îsa de didome. -
Li Hesekê li ser çeteyên DAÎŞ’ê yên plana êrişê dikirin operasyon hat kirin
Di operasiyona li Hesekê ya Hêzên Ewlekariya Hindurîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser çeteyên girêdayî DAÎŞ’ê yên amadekariya êrişê dikirin pêkanî de çeteyek hat kuştin, çeteyek birîndar û 4 çete hatin destgîrkirin. -
Li Efrînê çeteyan li hev da
Li navçeya Cindirês a Efrînê ya dewleta Tirk dagirkirî di navbera çeteyên Furqet El Hemzat de şerekî giran qewimî. -
Çalakiya li Sêmalka 34 roj li pey xwe hişt
Di çalakiya Deriyê Sînor ê Sêmalka ku ew 34 rojin didome de kurmamê Şehîd Serdem Cûdî Yûsif Remedan bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku dest ji bêdengiya xwe û xiyaneta li hember gelê Kurd berdin. -
Rêveberiya Xweser: Ji bo çareseriyê em ji diyalogê re amade ne
Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Luqman Ehmê diyar kir ku ew ji diyalogê re amade ne. -
Li Cerablûsê serçeteyekî DAÎŞ’ê hat kuştin
Li Cerablûsa dagirkirî di êrişa li ser wesayîtekê ya bi Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek hatî lidarxistin de serçeteyekî DAÎŞ’ê hate kuştin. -
Li herêmên sînorî liv û tevgera çete û wesayîtên zirxî
Li xeta Eyn Îsa, Til Temir û Kobanê tevgerekî ne asayî ya çete û wesayîtên zirxî heye. -
Şehîd Serbest Kobanê bi merasîmekê hat veşartin
Li Kobanê endamê Hêzên Antî Teror ya YPG (YAT) Şehîd Serbest Kobanê bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin. -
Yên ji xaka xwe bûnî dewleta Tirk şermezar kirin
Welatiyên ji Eyn Îsa û Girê Spî yên hatinî koçberkirin daketin qadan û êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. -
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Dirdarayê barand
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Didarayê yê navçeya Til Temirê barand.