ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk a dagirker Eyn Îsa, Til Rifet û Til Temir topbaran kir-NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran Eyn Îsa, Til Rifet û Til Temir topbaran kir. -
Bi çekan li Deriyê Sînor ê Pêşxabûr pêşiya dayikên cenazeyê xwe xwestin girtin
Dayikên Aştiyê yên ji bo girtina cenazeyê gerîlayên li Xelîfanê şehîd bûbûn, li sînorê Rojava-Başûrê Kurdistanê di çalakiyê de got:“Me xwest nameyek bidin hêzên PDK’ê, lê bi çekan pêşiya me girtin. Heta girtina cenazeyên xwe em ê çalakiya xwe bidomînin." -
Serdanên ji bo çalakiya Sêmalka didome
Yekîtiya Bijîşk û Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, serdana çalakiya Dayikên Aştiyê ya li Sêmalka kirin. -
Balafirên keşfê li ser Kobanê digerin
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser esmanên Kobanê re digerin. -
Li Dêra Zorê êrişa çekdarî
Li bajarokê Zeybanê yê li rojhilatê Dêra Zorê di encama êrişeke çekdarî de ciwanekî jiyana xwe ji dest da, ciwanek jî bi giranî birîndar bû. -
Mezlûm Ebdî: Êrîşa li Kobanê hewldana provakasyonê bû
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî dewleta Tirk a bi balafiran wesayîteke sivîlan li Kobanê bombe kir, şermezar kir û got: “Bombekirina sivîlan a ji aliyê dewleta Tirk ve hewldana prvakasyonan e.” -
Cenazeyê şehîdên êrîşa Kobanê Hemze û Faris bi merasîmeke heybet veşartin
Cenazeyên Hemze Hemze û Faris Mezî yên di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk da dagirker de şehîd bûbûn, bi merasîmeke girseyî ya heybet ve li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hatin veşartin. -
Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang kir: Hesab ji dewleta Tirk bixwazin
Saziyên sivîl û hiqûqî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku êrîşên SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker li Kobanê 2 sivîl şehîd bûn û 3’ê jî birîndar bûn, şermezar kir û bang kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin. -
Wesayitên Rûsya li Kobanê pê li sivîlekê kirin
Ji ber êrîşa li ser Kobanê gel li dijî leşkerên Rûsya helwest nîşan da, leşkeran pê li jinekê kirin û ew birîndar kirin. -
Dewleta Tirk li Şehbayê du zarok birîndar kirin
Artêşa Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa yê Kantona Şehbayê bombe kir û 2 zarok birîndar kirin. -
Li Deriyê Sêmalkayê çalakiya rûniştinê dest pê kir
Ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan ên ku ji aliyê PDK'ê ve di kemînê de şehîd hatin xistin, li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin. -
Rêveberiya Xweser malavayiya Parlamenta Katalonyayê kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê malavayiya Parlamenta Katalonyayê kir ku bi rengekî fermî rêveberiya xweser nas kir. -
'Li dijî êrişên dewleta Tirk em helwesteke neteweyî nîşan bidin'
Rêveberiya Xweser û TEV-DEM'ê êrişa dewleta Tirk a li Kobanê şermezar kir û bang li gelan kirin ku li hemberî vê êrişkariyê helwesteke neteweyî û bi rûmet nîşan bidin. -
Berdevkê YPG'ê: Şer wê ne weke şerê Serêkaniyê be
Nûrî Mehmûd diyar kir, dewleta Tirk ji bo ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyê dewleta terorê çêbike gefa şer li wan dixwe û got, ''Ev şer wê ne weke şerê Efrîn û Serêkaniyê be. Hêzên me li ser mafê meşrû wê parastina vî gelî û vê xakê bike.'' -
SOHR: Êriş li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî hate kirin
SOHR'ê ragihand ku droneyên nenas êriş birin ser baregeha Tinêfê ya Koalîsyona Navneteweyî. -
Dewleta Tirk bombe li gundê Şêx Îsa barand
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi şev bombe li gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê barandin. -
PYD'ê êrişa bi SÎHA ya li ser Kobanê şermezar kir
Meclîsa Giştî ya PYD'ê ragihand ku di êrişa SÎHA de ya li ser Kobanê 2 kes şehîd bûn, 3 kes jî birîndar bûn û diyar kir, welatên ku teknolojiya çekê difiroşin dewleta Tirk hevkarê van sûcên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk e. -
Salvegera 4’an Reqayê hate pîrozkirin
Salvegera 4’an a Reqayê ya ji çeteyên DAÎŞ’ê li navenda bajar hate pîrozkirin. Rayedarên Reqayê diyar kir ku ji bo dawîbûna krîzên Sûriyeyê pêwîstî bi diyaloga Rêveberiya Xweser a di nav de cih digire heye. -
Li Kobanê SÎHA’yê bombe li wesayîteke sivîl barand: 3 sivîl birîndar bûn-NÛ BÛ
Balafireke Bêmirov a Biçek (SÎHA) a dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kobanê bombe li wesayîteke sivîl barand. Di êrîşên de 3 sivîl birînar bûn. -
QSD: Baweriya hêza me heye ku DAÎŞ’ê bi temamî tine bike
QSD’ê bi boneya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê daxuyaniyek da û diyar kir ku şerê Reqayê gaveke girîng bû ku çarenûsa herêmê diyar kir. -
Li Şamê li dijî mînîbusa leşkerî êrişa bombeyî: 13 kes mirin
Li paytexta Sûriye Şamê li dijî mînîbuseke leşkerî êrişeke bombeyî hate kirin. Herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
'Paytexta' DAÎŞ'ê bû, lê niha bûye bajarê ku fikra Neteweya Demokratîk lê diherike
Bajarê Reqayê ku 4 salan di bin serweriya tarî ya DAÎŞ’ê de bû û DAÎŞ'ê ji xwe re kiribûn paytext, dawiyê sala 2017’an ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin û niha bi fikra Neteweya Demokratîk xwe birêve dibe. -
Êrişa li ser gundên Til Temirê
Artêşa Tirk a dagirker bi obusan bombe li gundên Dirdara û Til Şenanê yên Til Temirê barand. -
Salih Muslim: Mutabaqata Edeneyê ji mêj ve bihuriye
Salih Muslim diyar kir ku Mutabaqata Edeneyê ji bo Sûriyeyê belgeyeke teslîmiyetê ye, lê belê êdî bêhikum maye û got, li Sûriyeya nû divê ev yek bê betalkirin. -
Ciwanan li Tebqayê dagirkeriya Tirk protesto kirin
Ciwanan liTebqayê bi meşeke meşaleyî gef û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê protesto kirin. Ciwanan di çalakiyê de piştgiriya çalakiya Malbatên Şehîdan a li Deriyê Sêmalka jî kirin.