ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Girê Spî di mehekê de 11 jin revand
Dewleta Tirk a dagirker di nava çar hefteyên dawî de li Girê Spî herî kêm 11 jin revand. -
Dewleta Tirk careke din bombe li gundê Asûriyan barand
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gundê Til Cûma yê Til Temirê barand, ku şêniyên wê Asûrî ne. -
'Jiyana xwe deyndarî hevrêyên xwe yên jin e'
Şervanê YPG'ê qala dema êrişên dagirkeriyê yên li Serêkaniyê kir û got, "Di Berxwedana Rûmetê de careke din min şahîdî ji vîna hevrêyên xwe yên jin re kir. Di şer de birîndar bûm. Hevrêyeke jin ez danî ser pişta xwe û rizgar kir." -
Roja duyemîn a berxwedana rûmetê: Erdogan gef li Yekîtiya Ewropayê xwar
Li Serêkaniyê ku bi şev şerekî giran qewimî, di roja duyemîn de êriş zêdetir bû. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan ku li herêmê nekarî bi dilê xwe bi pêş ve biçe, ji bo Yekîtiya Ewropa piştgiriyê bide êrişên dagirkeriyê vê carê gef lê xwar. Beşa 2'emîn. -
Li Helebê bi hezaran kes ji bo azadiyê meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes di salvegera komploya navneteweyîd e ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li dijî komployê bi deh hezaran kes li Kantona Hesekê daketin qadan
Li Kantona Hesekê bi deh hezaran kes komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker Soxanekê bomberdûman dike
Dewleta Tirk a dagirker bi obusan li gundê Soxanekê ya Şêrawa dide. -
Li Serêkaniyê û Kampa Girê Spî meş hate kirin
Li Serêkaniyê û Kampa Girê Spî komploya navneteweyî û êrişên dagirker hatin protestokirin. -
Dagirker li gundê Tahanê yê Şehbayê didin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tahanê yê Şehbayê bomberdûman dikin. -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî komployê daketin qadan
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelan ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. -
Komploya 9’ê Cotmehê li Şehba bi meşeke girseyî hate protestokirin
Bi hezaran welatiyên Efrînê yên li Şehba ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagiker ji Efrîn koçber bûbûn, bi meşeke girseyî komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin. -
Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya Sûriyeyê mayînde bike
Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi dagirkeriya xwe Sûriye parçe bike û got: “Heta ku pêşiya binpêkirinên Tirkiye û sûcên wê neyê girtin, wê aramî pêk neyê.” -
Melkonyan: Tiştên dawî yên Ermeniyan hemû ji dest çûn
Rêveberê Tabûra Eremenî Nûbar Melekonyan destnîşan kir ku kulmek Ermeniyên ku rizgar bûn, piştî 9’ê Cotmehê û şûnde dêr, dibistan, mal û qadên xwe yên girîng goristanên xwe jî ji dest dan. -
Roja yekem a Berxwedana Rûmetê: 731 roj berxwedan li qadeke 450 km
Dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de xwest ku Serêkaniyê û Girê Spî bû di nava tarîtiyê de bihêle. Gelên herêmê, şervanên QSD-YPG-YPJ'ê li ser sînorê 450 kîlometreyî ji Dêrikê heta Efrînê berxwedanek nîşan dan ku 731 roj in bêyî rawestan didome. -
Dagirkeran bombe li Til Mediq barandin
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Til Mediq a Şehbayê barandin. -
Komîteya Em ê Bimînin û Vegerin: Dawî li dagirkeriyê bînin
Komîteya Em ê Bimînin û Vegerin a ji welatiyên bi darê zorê koçber bûne hatiye avakirin, bang kir ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bê xistina nava lîsteya terorîstan û dawî li dagirkeriya herêmê bê anîn. -
PYD: Ji bo azadiya Rêber Apo banga têkoşînê dikin
PYD’ê got: “Bang li hemû ciwanan dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê, bikevin nava têkoşînê. -
TEV-DEM: Rêber Apo bû hêviya gelan
TEV-DEM'ê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir û got, "Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya gelên herêmê bû sembol û hêvî. Gel hemû, azadiya Rêber Abdullah Ocalan weke azadiya xwe dibînin." -
19 partiyên Kurd li ser bûyera Xelîfan daxuyanî dan
Partiyên siyasî yên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşa çekdarên PDK’ê ya li Xelîfanê li ser gerîla daxuyaniyek hevpar da, daxwaz ji PDK’ê kir ku ji malbatên gerîlayên şehîd kirine lêborînê bixwaze. -
Welatiyên Girkê Legê û gaziyan çalakiya kon dewir girtin
Çalakiya kon a ji aliyê Malbatên Şehîdan a Cizîrê li Deriyê Sînor ê Sêmalkan hatibû danîn, di roja 3’emîn de ji aliyê Girkê Legiyan û gaziyan ve hate dewirgirtin. -
Cenazeyê şehîd Nayif El-Hisên veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Nayif El-Hisên li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi tevlîbûna sedan şêniyên Qamişlo bi merasîmekê veşartin. -
Malbatên Şehîdan a Efrînê: Li dijî xiyaneta PDK’ê derkevin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê xiyaneta PDK’ê ya li ser gelê Kurd şermezar kir û bang li her kesê kir ku li dijî xiyanetê derkevin. -
Ciwanên Reqayê bang kir ku li dijî xiyanetê serî rakin
Tevgea Ciwanên Şoreşger a Sûriye û Yekîtiya Jinên Ciwan êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdisatanê şermezar kirin û piştevaniya xwe ya ji bo Şengalê nîşandan. -
Dagirkeran Til Temir û Şehba bomberdûman kirin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temir û Şehbayê careke din bomberdûman kirin. -
Li Dêra Zorê mayin teqiya
Li gundê Zîxêr Şamiyê yê Dêra Zorê ku di bin kontrola hikumeta Şamê de ye, ji ber teqîna mayinekê gelek kes birîndar bûn.