ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG'ê ragihand ku du endamên wan şehîd bûne
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku endamên wan Şiyar Hesekê û Cemal Şikakî 25 û 27'ê Îlonê şehîd bûne. -
Efrîniyê ku xwest biçe mala xwe êşkence lê hate kirin
Li navçeya Raco ya Efrînê ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, kesê ku xwest biçe mala xwe hate revandin û êşkenceya giran lê hate kirin. -
Li Ezazê teqîn: Herî kêm 2 kes birîndar bûn
Li Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, teqînek çê bû. Herî kêm 2 kes birîndar bûn. -
Li Dêra Zorê mayin teqiya, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li gundê Behra yê Dêra Zorê ji ber teqîna mayinekê 2 zarokan jiyan xwe ji dest dan, 2 zarok jî birîndar bûn. -
Komxebata Navneteweyî ya Avê bidawî bû
Encamnameya Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser mijarên wek bandora av û çavkaniyên wê ya li ser siyaset û aboriyê, xirabbûna hevsengiya ekolojîk û huqûqa navnetewî sekinî hat eşkerekirin. -
Li Şehbayê gerîlayê HPG'ê Çiyager Qehreman hate bîranîn
Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi merasîmeke bi heybet gerîlayê HPG'ê Xelîl Hemo bi nasnav Çiyager Qehreman bibîr anî. -
Kobaniyan serdana konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG’ê Hemo kirin
Bi sedan şêniyên Kobanê serdana konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG’ê Ebdullh Hemo ku di bomberdûmana meha Tebaxê ya dewleta Tirk a li Gerê de şehîd bûbû, kirin. -
Leşkerên Tirk gundiyekî ku zeviyên xwe av dida, birîndar kir
Leşkerên Tirk li gundekî Kobanê yê li ser sînor, gule berdan gundiyekî ku li nava zeviyên xwe dixebitî. -
Li Cerablûsê teqîn: 15 kes birîndar bûn
Li herêma Cerablûsê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, 2 teqînên mezin rû da. Herî kêm 15 kes birîndar bûn. -
‘Tirkiye avê weke amûreke şer bikar tîne’
Di rûniştina dyemîn a Komxebata Avê ya Navneteweyî de, hate diyar kirin ku dewleta Tirk bi kêmkirina ava çemê Dicle û Firatê, dixwaze têraxwebûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asteng bike. -
Di mehekê de 723 top li Minbicê dan
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a li Minbicê ragihand û ev got: “Dagirkerên ku jîngehên sivîlan dike hedev di meha Îlonê de li Minbic û derdorî wê 723 top barand.” -
Di Komxebata Avê de nerazîbûna li dijî dewleta Tirk
Di Komxebata Avê ya Navneteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk avê mîna amûreke şer bi kar tîne û ev yek bandorê li milyonan mirovî dike. -
Êrişên dagirkeriyê berfireh dibin -HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker gundên Soxanek, Meyasê, Qinetira û Bircqusê yên Şêrawa û mezraya Fewaris a dikeve rojhilatê Babê bombebaran kir. Saetek berê jî li gundê Semoqa û Bendava Şehbayê da. -
Dewleta Tirk li Girê Spî ciwanek revand
Dewleta Tirk li gundê Elî Baciliyê yê Girê Spî ciwanek revand. -
Hikumeta Şamê li Til Temirê li baregehên artêşa Tirk da
Hin hêzên girêdayî rêveberiya Şamê li Til Temirê li bendên artêşa Tirk a dagirker dan. -
Di êrişa hewayî ya Rûsyayê de 4 çete mirin
Balefirên şer ên Rûsyayê li gundê Berad û Meyreminê li baregehên çeteyan da. Di vê êrişê de 4 çete mirin û 11 çete jî birîndar bûn. -
Artêşa Tirk êrişî gundê Dirdara kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran gundê Dirdara ya Rojava bomberdûman kirin. -
QSD: Li Reqayê 3 serçete hatin girtin
QSD'ê ragihand ku li Reqayê 3 serçete hatine girtin ku plana komkujiyan dikirin. -
Balafirên Rûs bombe li gundên Efrînê yên dagirkirî barandin
Balafirên Rûs bombe li nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li gundên Basilê û Beradê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê barandin. Dewleta Tirk jî beşek ji leşkerên xwe ji gundê Basilê vekişand. -
Cara duyemîn êrişî Şêrawa hate kirin
Balefirên şer ên Rûsyayê nîvrokî gundê Basilê yê Şêrawa bomberdûman kiribû. Êvarî careke din bomberdûman hate kirin. -
Artêşa Tirk a dagirker li gundê Um El Kêfê da
Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Til Temirê zêdetir kir û berêvarî gundên Um El Kêfê bomberdûman kir. -
Dewleta Tirk êrişî Til Temirê kir
Artêşa Tirk a dagirker gundên Til Kêfçî û Til Cuma yên Til Temirê bomberdûman kir. -
Li Şehbayê şehîd hatin bîranîn, dewleta Tirk û PDK hate protestokirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê li Şehbayê şehîd bîr anî, dewleta Tirk û PDK jî protesto kir. -
Rêveberiya Xweser û MSD`ê bi rayedarên Rûsya û Emerîka re civiyan
Nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser bi şandeya Wezareta Karên Derve ya Rûsya bi serkêşiya Mikhail Bogdanov re li Moskovê civiyan. Di heman çarçoveyê de şandeya MSD’ê li Washîngton jî bi rayedarên DYE’y re jî civiyan. -
YPG: Daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Tirk derew in
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk a navbera 23-24’ê Îlonê de kiribû, derewand.