ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Dêrikê PDK şermezar kirin
Ciwanên ku li bajarê Dêrik ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan, êrîşên PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, şermezar kirin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîniyan direvînin -HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên ku hatine dagirkirin bi destê Çeteyên ‘Polîsên Leşkerî’ bi nav kirine, 5 welatiyên Kurd li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin. -
Dewleta Tirk êrişê dibe ser jîngehên sivîl
Dewleta Tirk a dagirker êrişê dibe ser jîngehên sivîl ên Eyn Îsa, Til Temir û Minbicê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. -
Kongreya Desteya Perwerdehiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Bi tevlêbûna bi sedan kesî li Tebqayê Kongreya 1'ê ya Desteya Perwerdehiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Şêrawayê barand
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li navçeya Şêrawa ya Efrînê barand. -
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Şehbayê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundê Eyn Deqnê û derdora Til Rifetê dibarîne. -
HRE: Li Şêrawayê 4 çete hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li Şêrawayê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî hatiye lidarxistin û di encamê de 4 çete hatine kuştin. -
Dagirkeran êrîş birin ser Şera û Şêrawa
Artêşa Tirk a dagirker navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê bombe kirin, li herêmê tevgera hewayî çêbû. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Minbic û Eyn Îsa didin ber topan-NÛ BÛ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Hoşeriyê û Toxar ên dikevin bakurê rojhilatê Minbicê û gundên Eyn Îsayê topbaran dikin. Li ser Kobanê jî balafirên keşfê digerin. -
Xelkê Dirbêsiyê dewleta Tirk û PDK protesto kirin
Bi meşekê ya li Dirbêsiyê ya Rojava êrîşên PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin. -
Daxuyaniya YPG'ê ya li ser teqîna li Efrînê: Guh nedin dewleta Tirk a dagirker
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku ku îdîayên dewleta Tirk ên li ser teqîna 5'ê Îlonê ya li Efrînê ku wan sûcdar dike, nerast e û got, "Argumana şerê psîkolojîk e." -
Dewleta Tirk bombe li Şêrawa û Şehbayê barand
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li Şêrawa û Şehbayê barand. -
Ciwanan li Minbicê berxwedana gerîla silav kirin
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin û berxwedana gerîla silav kirin. -
Cenazeyê şehîd Îzedîn El-Elî li Minbicê veşartin
Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îzedîn Cûma El-Elî li Goristana Şehîdan bi merasîmekê spart axê. -
3 Efrînî hatin revandin
Komeke leşkerên girêdayî hikûmeta Şamê li Helebê 3 welatiyên sivîl ên Efrînî revandin. Hate ragihandin ku yên hatin revandin birine Şamê. -
Ji ber bombebarana li Eyn Îsa sivîlek birîndar bû
Di bomberdûmana li ser gundê Xaldiyê ya Eyn Îsa ya dewleta Tirk û çeteyên wê pêk anî de, sivîlek birîndar bû. -
HAT’ê li Dêra Zorê serçeteyek girt
Hêzên Antî Terorê (HAT) ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Ezbe ya Dêra Zorê bi operasyonekê serçeteyekî DAÎŞ’ê girt. -
Dewleta Tirk û çeteyê wê 4 sivîl ji Raco ya Efrîn revandin
Dewleta Tirk û çeteyên xwe di nava çend rojên dawî de 4 welatî li gundê Bedîna yê navçeya Raco ya Kantona Efrînê ya dagirkirî revandin. -
Kongreya Star salvegera avabûna Rêveberiya Xweser pîroz kir
Koordînasyona Kongreya Star salvegera 3’emîn a avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir. -
Xelkê Kobanê êrişên PDK'ê şermezar kir
Bi sedan kes li Kobanê daketin qadan û xiyanetae PDK'ê ya li gelê Kurd û êrişên li dijî gerîla şermezar kirin. -
Rêveberiya Xweser: Heta Sûriyeyeke demokratîk em ê têkoşîna xwe dewam bikin
Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da û diyar kir, heta Sûriyeyeke demokratîk û aştiyane bê avakirin wê têkoşîna xwe ya demokratîk, siyasî û civakî dewam bike. -
Artêşa Tirk bombe li gundekî û embarên zad barand
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombe li embarên zad ên li gundê Qizêlî yê Girê Spî û gundê Hoşeriyê yê li bakurrojhilatê Minbicê barandin. -
Li Efrînê wesayîtek bombebarkirî teqiya
Li Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye wesayîteke bombebarkirî teqiya. -
Li Kantona Qamişloyê dewleta Tirk û PDK hatin protestokirin
Êrişên ku PDK dibe ser gerîlayan li kantona Qamişloyê bi çalakiyan hate protestokirin. -
Êzîdiyên Rojava ji dewletan dipirsin: Pênaseya we ya qirkirinê çiye?
Nûnerên Êzîdiyên Rojava diyar kirin qirkirina Êzîdiyan ku DAÎŞ'ê nekarî temam bike niha ji hêla dewleta Tirk ve tê xwestin ku were temamkirin û gotin, ''Dema ku DAÎŞ dikuje qirkirin, dema ku dewleta dewleta Tirk dikuje, çiye?''