ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya Xweser nerazîbûn nîşanî girtina Hesen da
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest bila Nûnerê Hewlêrê Cîhad Hesen were berdan. -
Leşkerên Tirk li ser sînor bi êşkenceyê ciwanek qetil kir
Leşkerên Tirk a dagirker li ser sînorê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ciwanek bi êşkenceyê qetil kir. -
Çeteyên dewleta Tirk li Racoyê 2 jin revandin
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Bedîna yê Racoyê 2 jin revandin. -
Li Şehbayê êrişên dagirker ên dewleta Tirk hate şermezarkirin
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek hate lidarxistin. -
QSD: Berpirsê mayîn û sûîkastan ên çeteyên DAÎŞ’ê hate girtin
QSD’ê diyar kir ku wan li Hesekê di operasyonan de berpirsê mayîn û sûîkastan ên DAÎŞ’ê girtine. -
Li Qamişloyê li dijî rêxistina sûc a organîze operasyon hate kirin
Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di operasyonan de 8 endamên rêxistina sûc a organîze hatin girtin. -
Dagirkeran li Girê Spî zarokek revand
Artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî zarokekî 10 salî revand. -
Dewleta Tirk a dagirker êrişê dibe ser gundên Til Temirê
Artêşa Tirk a dagirker bi topan êrişê dibe ser gundên Til Tewîl ê Asûriyan û Til Gerebêt ên navçeya Til Temirê. -
'Hêzên hegemon careke din nîşan dan ku wê siyasetê li ser mirinê bikin'
Qamişlo bal kişande ser ku piştî Efganîstan teslîmî Talîban hate kirin êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê zêde bûne û got "Hêzên hegemon bi vî rengî nîşan dan ku li Rojhilata Navîn careke din wê siyasetê li ser mirinê bikin." -
Gaziyan êrişên dagirker protesto kirin
Li Kobanê bi pêşengiya gaziyên şer meşek hate lidarxistin û êrişên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Minbicê zarokek birîndar kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Ereb Hesen ê Minbîcê zarokekî 10 salî birîndar kirin. -
QSD: Me 18 çeteyên DAÎŞ’ê girt
QSD’ê li Dêrazorê 18 çeteyên DAÎŞ’ê girt. -
QSD'ê bermahiya cebilxaneyên DAÎŞ’ê îmha kir
QSD'ê ragihand ku wan bermahiyên şer ên ku ji ber çeteyên DAÎŞ'ê mabûn, îmha kirine. -
Şehîd Şiyar Denîz bi merasîmekê veşartin
Cenazeyê şervanê HRE'yê Xelîl Hiso (Şiyar Denîz) bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hate veşartin. -
Dewleta Tirk li Efrînê sivîl revand, êşkence li jineke extiyar kir
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê sivîl revand. Her wiha êşkence li jineke extiyar kir. -
HRE: Hevrêyê me Şiyar Denîz li Efrînê şehîd bû
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) nasnameya Şiyar Denîz eşkere kir ku li Efrînê şehîd bûye. -
Dewleta Tirk li Efrînê 2 hezar dar birî
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê zêdeyî 2 hezar dar birîn. -
Dagirker gundên navçeya Şera ya Efrînê bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê van kêliyan gundên Kefer Antun, Îrşadiyê, Elqemiyê û Merenazê yên navçeya Şera topbaran dikin. -
Dagirkeran Şerawa bombebaran kir û zarokek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meyas, Derûra û Birc Qas yên navçeya Şerawa bombebaran kir. Di encama bombebaranê de li gundê Birc Qasê zarokek 3 salî birîndar bû. -
Rêveberê Mala Birîndaran a Dêrazorê: Êriş baweriya me xurtir dikin
Rêveberê Mala Birîndaran a Dêrazorê Yasir Hesen Esef: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker baweriya me xurtir dikin.” -
Til Temirî: Êrişên dewleta Tirk berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
Pêkhateyên Til Temirê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û gotin ew êriş berdewama êrişên DAIŞ`ê ne û divê civata navneteweyî destwerdanê li Tirkiyê bike. -
Li Şêrawayê mayin teqiya: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Şêrawayê ji ber teqîna mayineke dewleta Tirk a dagirker ciwanekî 23 salî jiyana xwe ji dest da. -
HRE: 9 çete hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li Efrîn û Ezazê yên dagirkirî, di navbera 17 û 23'ê Tebaxê de 9 çete hatine kuştin, 12 jî birîndar bûne. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 4 sivîl revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê ku navê 'polîsên leşkerî' li xwe kirine, 4 sivîl revandin ku 2 jê jin e. -
Pîlana dewleta Tirk û ENKS'ê ya ji bo rewakirina dagirkeriyê
Li Efrînê 2 mehên dawî bûyerên revandina sivîlan û xwestina fîdyeyê zêde bûn. Beşek ji kesên ku ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin ew Kurd bûn ku ji ber dagirkeriyê koçî Heleb û Şehbayê kiribûn, lê piştre bi propagandaya ENKS'ê li Efrînê vegeriya bûn.