ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şehîdan li Hesekê hate veşartin
Bi tevlîbûna şêniyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê 2 şehîdan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê û nasnameya şehîdekê jî hate ragihandin. -
Dewleta Tirk derî li sînor çêdike
Dewleta Tirk li ser sînorê navbera Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê derî çêdike. Gel nikare xwe nêzî sînor bike. -
Dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser Şera û Zirganê -NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êriş bir ser navçeya Şera ya Efrînê. Li bakurê Zirganê jî topbaran li gundê Bab El Xêr Şerqî hate kirin. -
'Em ê dewleta Tirk ji ser vê xakê biqewirînin'
Endamên meclîs û partiya Asûrî diyar kirin ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temirê gefeke mezin li ser Asûriyan heye û destnîşan kirin, ku heta dewleta Tirk ji ser vê xakê biqewirînin wê têbikoşin. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Til Temir, Şêrawa û Şerayê barand
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êrişî gundên Til Cûma û Til Şemran ên Til Temirê û gundên navçeyên Şera û Şêrawayê kirin. -
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn El Wawî spartin axê
Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd El-Wawî li Goristana Şehîdan bi merasîmekê spartin axê. -
‘Eger Rûsya erkên xwe pêk neyne bila ji herêmê derkeve’
Bi sedan şêniyên kantona Kobanê li ber navenda polîsên leşkerî ya Rûsyayê ya li rojavayê Kobanê kom bûn. Di çalakiyê de Eyşê Efendî axivî û got: “Rûsya heta niha sozên xwe pêk neanîne. Wê demê ti sedemek nîne li herêmê bimîne.” -
Ji bo 3 şehîdan merasîmek hate kirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê, 3 şervanên şehîd bûne bi merasîmekê bibîr anî. -
QSD: Dewleta Tirk êrişî Til Temir û Zirganê kir, jê nehat ku bi pêş ve biçe
QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk êriş biriye ser gundên Til Temirê û bajarokê Zirganê û got, "Jê nehat ku bi pêş ve biçe." -
Germahiya zêde dibe ku li Sûriyeyê bandorê li 12 milyon kesan bike
Li gorî raporeke saziyê alîkariyê yên navneteweyî ji ber hişkesalî û germahiya zêde li Sûriyeyê 12 milyon kes ji ava vexwarinê û elektrîkê bibin. -
MÎT'ê 2 sivîlên din revand
MÎT'ê li gundê Birîmce yê Kantona Efrînê ya dagirkirî 2 sivîl revand. -
Artêşa Tirk bombardûmaneke giran li Şehbayê dike
Artêşa Tirk a dagirker ji serê sibehê ve bombardûmaneke giran li kantona Şehbayê dike. -
Dagirkeran li gundê Dirdarayê 2 kes birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bombe li gundê Dirdara ya Til Temirê barandin. Yek jê jin 2 kes birîndar bûn. -
Dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk li Til Koçber hate protestokirin
Li Til Koçberê bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. -
Cenazeyê Sosin Bîrhat ji aliyê hezaran ve hate veşartin
Ji Fermandarên YPJ’ê Sosin Bîrhat a di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Til Temirê de şehîd bûbû, ji aliyê bi hezara kesî ve li navçeya Ehresê li Şehîdgeha Berxwedana Serdemê hate veşartin. -
Rêveberiya Xweser: Em ê bi hemû hêza xwe, destkeftiyên xwe biparêzin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker rê li ber vegerandina DAÎŞ’ê vedike. Rêveberiyê got “Em ê bi hemû hêza xwe, destkeftiyên xwe biparêzin” -
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundê El Catê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombeyan li gundê El Cat ê Minbicê dibarîne. -
'Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi derfetên NATO'yê êrişî QSD'ê dike'
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got, "Hikumeta AKP-MHP'ê li Tirkiyeyê stratejiyeke cîhadîst ava kiriye û bi rêya vê yekê şantajê li welatên Ewropayê dike." -
Di êrişa li ser Mala Birîndaran de 3 kes birîndar bûn
Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk li ser Mala Birîndaran a li Qamişlo pêkanî de fermandeyek û 2 rêveber birîndar bûn. -
Cenazeyê şehîd Rênas Roj û Egîd Girkê Legê hatin veşartin
Cenazeyê fermandarê YPG’ê Rênas Roj û şervanê QSD’ê Egîd Girkê Legê, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê hate veşartin. -
‘Dewleta Tirk li Til Temirê wekî DAÎŞ’ê qetlîaman dike’
Meclîsa Heres El Xabûr a Asûrî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî Til Temir û gundên wê êrişên qirkirinê dike û got “Dewleta Tirk bi êrişên xwe qetlîama DAÎŞ’ê ya li ser Asûriyan dubare dike.” -
Li Qamişloyê artêşa Tirk a dagirker êriş bir ser wesayitekê
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Himo yê Qamişloyê, li pêşiya mala birîndaran êriş birin ser wesayitekê. Hate ragihandin ku liv û tevgera balafirên keşfê li herêmê dewam dike. -
Leşkerên Tirk li ser sînor ciwanek kuşt, yek jî birîndar kir
Leşkerên Tirk li ser sînorê Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê ciwanek qetil kir, yek jî bi êşkenceyê birîndar kir. -
'Xelkê Til Temirê bi ruhê hevgirtinê êrişan pûç dike'
Hevserokê Meclîsa Til Temirê Ciwan Eyûb anî ziman ku 30 gundên Til Temirê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, 27 gund jî ji ber êrişan hatine valakirin û got, "Xelkê Til Temirê li dijî êrişên dewleta Tirk li ber xwe dide." -
Berdevkê QSD’ê Hena: Em ê li hemberî êrişan bêdeng nemînin
Berdevkê QSD’ê Aram Hena diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dagirker bêdeng nemînin.