ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo debara gel
Hilberîna genim ku her sal ne kêmî milyonek tonî bû, îsal ji ber ziwatiyê daket 182 hezar tonî. Rêveberiya Xweser bi hewldanên taybet, genim bi buhayekî zêde peyda dike û tevî ji sedî 86 jê dixisire jî nan bi erzanî dide gel. Lê haya kesî ji vê nîne. -
Dewleta Tirk li Cindirêsê 2 sivîlên din revand
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Îska ya Cindirêsa Efrînê 2 kesên sivîl revand. -
Balefirên keşfê yên dewleta Tirk li ser Kobanê digerin
Li ser Kobanê û navçeya Şêxler balefirên keşfê yên artêşa Tirk digerin. -
Meşa du rojî ya ciwanan bidawî bû
Li Kobanê meşa dirêj a bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû. Ciwanên Kobanê gotinê ku ewê rê nedin dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst. -
Dagirkeran êrişê gundê Dirdara kirin
Dewleta Tirk a dagirker bi obus û hawanan gundê Dirdara ya Til Temirê bombebaran kir. -
Şêniyên Helebê li hemberî dagirkerî û îxanetê meşiyan
Bi sedan kes li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û îxaneta PDK’ê daketin qadan. -
Dewleta Tirk li Efrînê serokeşîrek revand, gelek kes birîndar kir
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê êrişê malên endamên eşîra Bobana kirin û gelek kes birîndar kirin. Serokê eşîrê jî revandin. -
Li Efrînê 14 sivîlên din hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li gundê Îska yê Efrînê 14 sivîlên din revandin. -
Hunermend Selah Resûl li Qamişloyê hat veşartin
Hunermendê Kurd Selah Resûl bi tevlêbûna gelek rewşenbîr û hunermendan li Qamişloyê bi merasîmekê hat veşartin. -
Çalakiya konvedanê ya li Sêmalka mehek li pey xwe hişt
Çalakiya konvedanê ya bi armanca ku PDK cenazeyên gerîlayên li Xelîfanê şehîd kirî bide li Sêmalka hatibû destpêkirin di roja xwe ya 31’an de didome. Mamoste û Dayikên Aştiyê yên Kantona Qamişlo serdana çalakiyê kirin. -
Ciwanên Kobanê li dijî dagirkeriyê dest bi meşa dirêj kirin
Ciwanên herêma Firatê, bi meşeke dirêj li ber gef û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk radibin. Meşa dirêj bi dirûşma "Berxwedan dirûşma me ye, azadî mafê me ye" tê lidarxistin. -
Dewleta Tirk li Efrînê 2 extiyar revandin
Çeteyên dewleta Tirk, li Efrînê ya dagirkirî 2 sivîl revandin. -
Li Hesekê bi merasîmekê 3 şehîd hatin oxirkirin
Şêniyên Hesekê bi merasîmekê şehîda YPJ’ê Zozan Sema (Rûken Aras) û du şehîdên QSD’ê Ebdulezîz Hisên (Welî) û Elî El-Tehîjî (Hemze Hesekê) hatin oxirkirin. -
Dewleta Tirk li Girê Spî 3 jin revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Sûlûkê ya Girê Spî 3 jin revand. -
Îsraîlê li gelek deverên Sûriyeyê da
Îsraîlê di nava çar rojan de du caran li 'hedefên leşkerî' yên li Sûriyeyê xist. -
'Em bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan xwe birêve dibin'
Li Qamişloyê Kurdên Misilman, Êzidî, Ereb, Suryan, Aşûr bi hev re tevlî şoreşê bûn. Pêkhateyên bajêr destnîşan dikin ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan jiyaneke bi hev re afirandine. -
Li Hesekê hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka avê
Endezyar Nîdal Mihemed Mehmûd bi bîr xist ku dewleta Tirk avê weke çekekê bi kar tîne û destnîşan kir ku rêveberiya xweser li gel çareseriya demkî, hewldanên xwe yên ji bo çareserkirineke mayinde ya ava li Hesekê dewam dike. -
Şêniyên Hesekê ji bo Roja Cîhanî ya Kobanê daketin qadan
Bi munasebeta 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê şêniyên Kantona Hesekê daketin qadan û gotin; “Kobanê mirovatî parast, divê mirovatî jî Kobanê biparêze.” -
Dagirkeriya Tirk wê bi vîna Kobanê têk biçe
Li Hesekê Endama Kongreya Star Rîma Îsa ya di şahiya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de axivî got: “Bila herkes zanibe ku nikare berxwedana me. Em gav bi şûn ve navêjin, em ê şer bikin.” -
Dagirkeran li Efrînê 9 sivîlên din revandin-NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Mamila ya ser bi navçeya Reco ya Efrînê 9 sivîlên din revandin. -
Rûspiyên Şehbayê banga serhildanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kirin
Rûspiyên eşîrên Şehbayê bang li hemû gelên di bin serweriya dewleta Tirk de kirin ku serî rakin û nebin parçeyek ji kuştina qirkirina gelên Sûriyê. -
Rêveberiya Xweser: Destana Kobanê wê bidome
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got: “Wê berxwedana Kobanê bidome.” -
Şehîdên meha Cotmehê li Kobanê hatin bibîranîn
Li Kobanê bi tevlîbûna sedan kesî şehîdên meha Cotmehê li ser gorên wan hatin bibîranîn. -
1’ê Mijdarê li Kobanê bi şahiyeke heybet hate pîrozkirin
Li Kobanê 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê bi meş û mîtîngeke heybet hate pîrozkirin. -
Xelkê Minbic û Tebqa ‘Roja Kobanê’ pîroz kir
Xelkê Minbic û Tebqayê yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi girseyî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê pîroz kirin.