ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dirbêsiyê xwe li dijî dagirkeriyê amade dike
Yek ji herêmên ku dewleta Tirk a dagirker gefê lê dixwe, Dirbêsiyê ye. Ji fermandarên ku tevlî amadekariyên parastinê bûne Berxwedan Korşît got, "Bi navê zarokên vê xakê em amade ne, em ê li ber dagirkeriyê rabin." -
Eyşê Efendî: Ji bilî hêza xwe em baweriyê bi ti hêzê nînin
Eyşê Efendî destnîşan kir ku li dijî gef û êrişan, ji bilî hêza xwe ew baweriyê bi ti hêzê nînin û got, "Ji bo parastina destketiyan, ji bo rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê divê em yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin." -
QSD’ê dewleta Tirk derewand
QSD’ê ji bo daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk ya dibêje ku li herêmên dagirkirî du endamên wan hatine şehîd xistin bi gotina “Li herêma navborî hêzên me tune ye” daxuyanî derewand. -
Kemîna DAÎŞ’ê ya li Dêrazorê: 7 leşkerên Şamê mirin
Li Dêrazorê di encama kemîna ku çeteyên DAÎŞ’ê danîbû de 7 leşkerên Şamê hatin kuştin. -
Li Helebê ji bo Endamê Hêzên Komondosê kona sersaxiyê hat vedan
Bi sedan kes li Helebê serdana kona sersaxiyê ya ji bo şervanê Hêzên Komondosê Husam Cuma (Şervan) yê li Reqayê şehîd bû kirin. -
Çalakiya Sêmalka di roja xwe ya 40’mîn de ye
Li Deriyê Sînor ê Sêmalka 40 rojin ku malbatên şehîdan diyarkirin ku radestnekirina cenazeyên şehîdan ji malbatên wan re îsbata hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk e. -
Li Kampa Holê 2 kes hatin kuştin
Di encama êrişa şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê yên li Kampa Holê ku li ser navenda pêşwazîkirina kampê pêkanî de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bîranîn
Di salvegera wê ya 61’emîn de li Amûdê Komkujiya Sînemeya Amûdê hatin bîranîn. -
Bi hezaran herikîn cihê sersaxiyê ya şehîdên Qamişloyê
Bi hezaran kes bera xwe dan konê sersaxiyê û hate gotin ku pêwîste Emerîka û Rûsya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê sînorekê deyne. -
Çalakvanên Sêmalka: PDK bi faşîzmê re hevkariyê dike
Çalakvanên li Sêmalkayê diyar kirin ku PDK ji bo berjewendiyên xwe bi faşîzma Tirk re hevkariyê dike. -
Şêniyên Kobanê li ber êrişên dewleta Tirk rabûn: Em ê ti carî dest ji axa xwe bernedin
Şêniyên gundê Menazê yê Kantona Kobanê gef û êrişên dewleta Tirk şermerzar kirin û diyar kirin ku wê ti carî dest ji axa xwe bernedin. -
Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn yê şehîdbûyî bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Salih Remedan li Til Hemîsê bi merasîmekê spartin axê. -
Şehîdên Qetlîama Hilêliyê bi merasîmeke bi heybet spartin axê
Li Qamişloyê Şehîdên Qetlîama Hilêliyê bi merasîmeke bi heybet spartinê axê. Dayika Mezmlûm Gulo Necah Gulo biryardariya xwe ya “Emê heya stasyona dawî, stasyona serkeftin û azadiya gelê me berdewam bikin” nû kir. -
Çalakvanên Sêmalkayê: Divê PDK ji vê şermê vegere
Kesên ku tevlî çalakiya li Sêmalkayê bûn a ku 38 roj in didome, hevkariya PDK û dewleta Tirk şermezar kirin û gotin “Çima PDK cenazeyê şehîdan nadin me?” -
Li Kobanê bi hezaran kesan êrişa li Qamişloyê şermezar kirin
Li Kantona Kobanê bi hezaran kesan êrişa li hemberî malbata Gulo şermezar kirin. -
YPJ: Em ê tekoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin
YPJ’ê têkildarê qetilkirina 3 endamên malbata Gulo ya beriya du rojan li Qamişloyê ji aliyê dewleta Tirk ve pêkhatibû daxuyaniyek da û ragihand: “Heta gelekî bi vî rengî berxwedêr û qehraman hebe, wê tu carî dewleta dagirker negihîje armanca xwe.” -
YPG’ê 2 şervanên xwe yên şehîd bi bîr anî
YPG’ê du şervanên xwe yên şehîd bi bîr anî û got “Ciwanên qehreman ên gelên Kurdistanê ji bo xeyalên mezin canê xwe feda dikin û di dilê mirovayetiyê de cihekî mezin stendin.” -
Ji bo şehîdên Qamişloyê şîn hate ragihandin
Ji bo Yûsif Gulo û 2 neviyên wî ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, îro şîn hate ragihandin. -
'Dewleta Tirk bi birîna avê dikare bibe sedema krîzeke nû ya mirovî'
Herêma Cizîrê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku bi çandiniya xwe navdar e, ji ber birîna avê ya bi destê dewleta Tirk, ziwa dibe. Rêxistinên mirovî hişyariyê didin ku ev kiryarên dewleta Tirk dikare bibe sedema krîzeke nû ya mirovî. -
Şêniyên Amûdê ber bi baregeha Rûsan ve meşiyan
Welatiyên Amûdê li hemberî bêdengmayina Rûsyayê ya rê li ber qetilkirina 3 welatiyên li taxa Hilêliyê ya Qamişlo ya ji aliyê deweleta Tirk bertek nîşan dan. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku endamê wan Ridwan Enwer Îsa şehîd bûye. -
‘Li hemberî îxaneta PDK’ê em ê berxwedanê geş bikin’
Çalakvanên li pêşiya Deriyê Sînor ê Sêmalkayê diyar kirin ku PDK ji bo berjewendiya xwe îxanetê li gelê Kurd dike. Çalakvanan peyama geşkirina têkoşînê dan. -
Berekat: Gotina dawîn a Gulo ‘Berxwedan’ bû
Hevserokê Komîteya Karê Navxweyî Kenan Berekat diyar kir ku beriya êrişê wî Yûsif Gulo dîtibû û got “Gotina wî ya dawîn ev bû ku, digot em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.” -
Malbata Gulo: Em ê bi felsefeya Rêber Apo li ber xwe bidin
Malbata Yûsif Gulo ya ku dewleta Tirk ew kuşt, got “Em ê têkoşîna xwe bi felsefeya Rêber Apo heta nefesa xwe ya dawîn bidomînin.” -
MSD: Divê qada hewayî ji balefiran re were girtin
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bal kişand ser qetlîama ku dewleta Tirk li Qamişloyê kiriye û bang kir ku divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balefiran re were girtin.