QSD: Çeteyên DAÎŞ’ê ku dixwestin di cejnê de terorê bikin hatine girtin

QSD’ê ragihand ku di saetên sibê de li bajaroka Şihêl a Dêra Zorê li dijî şaneyên DAŞÎŞ’ê yên ku dixwestin di cejnê de êrîşên terorê bikin operasonek li dar xistine û di vê operasyonê de 39 çete girtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser mijarê ev agahî parve kir: “Îro (13.05.2021) di seetên sibê de li bajaroka Şihêl a girêdayî Dêra Zorê, li dijî şaneyên DAÎŞ’ê yên ku dixwestin di cejnê de êrîşên terorî lidar bixin, operasyonek hat lidarxistin. Di encamê vê operasyonê de 39 çete hatin girtin. Her wiha çek û amûrên bi wan re hatin desteserkirin.”