Li gorî bîlançoya meha Tebaxê ku ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Leşkerî yên Efrîn û Şehbayê, artêşa Tirk di navbera 3-31'ê Tebaxa 2023'an de 33 gund, bajarok, navçe û bi sedan qadên Efrîn û Şehbayê bombe kir.
Li gorî daxuyaniyê, di 51 êrîşên bi hawan, drone û obusan de 256 topên hawanê, 164 obus, 6 roket, 6 caran drone û SÎHA hatin bikaranîn. Di êrîşan de xisara madî rû da.
Dewleta Tirk a dagirker heman m ehê 4 caran bombe li baregehên leşkerî yên hikumeta Şamê barand. Di êrîşan de 10 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.