Li Til Temirê êrîşa çeteyan hate sekinandin

Çeteyan xwestin têkevin gundê Um El Kêf ê Til Temirê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê êrîşa çeteyan dan sekinandin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li gundê Qasimiyê yê bakurê rojavayê Til Temirê hewl dan ber bi gundê Um El-Kêfê ve pêşde biçin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya TilTemirê bersiva hewldanê da û şer çêbû.

Li gorî çavkaniyên taybet, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê derbên giran li çeteyan dan,  çete  neçar man ku paşve vegerin û cenazeyên xwe li dû xwe bihêlin.