Dewleta Tirk gundekî Til Temir bomberdûman kir

Dewleta Tirk a dagirker bi tank û hawanan gundekî Til Temirê bomberdûman kir.

Dewleta Tirk a dagirker saet di 16.00’an de gundê El Tewîlê yê li rojavayê Til Temirê û nêzî rêya M4 bomberdûman kir.

Hate ragihandin dagirkeran ji gundê El Erîşa bi tank, hawan û çekên giran ev êriş kirine. Derbarê êrişên agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Di destê sibehê de jî gundên Erîda û Birketîk ê Girê Spî hatibû bomberdûmankirin. Di bomberdûmanê de bax û baxçeyê gundiyan şewitîbû.