Dewleta Tirk careke din bombe li Girê Spî barand

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî Girê Spî barand.

Êrişa li ser gundê Qiselî li gorî dema herêmî saet di 11:50'î de dest pê kir.

Li ser bombardûmanê agahiyên berfireh bi dest neketin.

Dewleta Tirk rojane bombeyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne. Qadên sivîlan dibin hedefa êrişan.

22'ê Hezîranê di êrişa li ser rojavayê Girê Spî de zarokê 17 salî Mihemed Îbrahîm El Hêşêr birîndar bûbû.