ROJANE
Hemû Nûçe
-
Mezûnên zanîngehan kar nabînin
Zeynep Eren, Sîdar Soyurun û A.K. ên ku zanîngeh qedandine û bêkar in, diyar dikin ku bêkarî psîkolojiya wan xerab dike. -
Girtiyê nayê dermankirin 87 roj in di greva birçîbûnê de ye
Şeyhdavût Başkan ku li Girtîgeha Hejmara 1'ê ya Bunyanê ya Kayseriyê nayê dermankirin 87 roj in di greva birçîbûnê de ye. -
Dewleta Elman zextên li ser şoreşgerên Suryanî zêde kir
Hejmara aktîvîst û şoreşgerên Suryanî yên li Elmanyayê ketin ber lêpirsînê gihîşt 7 kesî. Aktîvîstê Suryanî Samî Baydar got, ji bo rêxistina Aramiyên Komunîst a Mezopotamyayê bikeve çarçoveya qanûna 129b amadekarî tên kirin. -
ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Îlona 2019'an. -
Li Stenbolê di Nobeta Demokrasiyê de polîsan êrîşî parlementeran kir
Li Stenbolê di Nobeta Demokrasiyê de polîsan êrîşî parlementeran kir. Di êrîşê de parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul rakirin nexweşxaneyê. -
Li Amedê Nobeta Demokrasiyê: Navê vî tiştî dîktarorî ye!
Li Amedê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariyan di roja 42’an de domiya. -
Li Efganistanê rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê kêm bû
Li Efganistanê, di hilblijartinên serokkomariyê de ku bi tedbîrên bilind ên ewlekariyê pêk hat, yek ji pênc hilbijêran dengê xwe bi kar anîn. -
Cenazeyên gerîlayan ev 4 meh in têne rawestandin
Cenazeyên 4 gerîlayan ku 3'ê Hezîranê li çoltera Licê ya Amedê bi êrîşa hewayî şehîd bûbûn ev nêzî 4 mehan e têne sekinandin û nadin malbatên wan. -
Hate çespandina ku Erdogan hijmara Sûriyeyan dinepixîne
Pisporên Navenda Lihevkirin û Lêkolînên Koçê ya Elmanyayê diyar kirin, Erdogan hijmara Sûriyeyên li Tirkiyê dinepixîne. -
Salvegera damezrandina PYD'ê li Viyanaye hate pîrozkirin
Salvegera 16'an a damezrandina PYD'ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate pîrozkirin. -
'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh e'
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Zelal Demîray diyar kir, girtiyên nexweş weke amûreke siyasî tên bikaranîn. -
Barrîentos: Divê em xwedî li Weşanxaneya Mezopotamyayê derkevin
Parlamentera federal a Elman Sîmone Barrîentos ji bo kampanya alîkariyê ya sê weşanxaneyên li Elmanya, Swîsre û Awûstûryayê banga piştgiriyê kir, ku bi kampanyayê tê xwestin, pirtûkên Weşanxaneya Mezopotamyayê ya qedexekirî bên çapkirin. -
ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Îlona 2019'an. -
Polîsan dora Qada Esenyûrtê û camiyê girtin û kesek destgîr kirin
Li Qada Esenyûrtê Nobeta Demokrasiyê hatibû destpêkirin. Di roja sêyemîn de jî hate astengkirin ku parlementerên HDP’ê û gel werin ba hev. -
Ji bo girtiyê astengdar çalakî hate lidarxistin
Înîsîyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re ji bo Cûma Tek hatin ba hev ê ku 70 ji sedî astengdar e. -
Onkol hate bibîranîn û pirsa kujerên Yanem û Kanat hate kirin
ÎHD û Xizmên windayan lêgerîna edaletê ya xwe ya li Amedê didomîne. Çalakiya Ceylan Onkol hate bibîranî, pirsa kujerên Mehmet Yanen û Hasan Kanat hate kirin. -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Morsumbul pirsîn
Dayikên Şemiyê cara 757'an hatin cem hev, li aqûbeta Huseyîn Morsumbul pirsîn ku 18'ê Îona 1980'yî hatibû nebedîkirin. -
Yûsif: Vegera dema beriya 2011’an întixar e!
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif bal kişand ku Erdogan dixwaze Sûriye vegere dema beriya 2011’an. Yûsif ragihand li dijî operasyoneke leşkerî helwesta wan zelal e. -
AYM’ê pişta Çîtîl ê kujerê 13 gundiyan girt
AYM’ê li ser Mûsa Çîtîl ê ji qetilkirina 13 gundiyan ên di navbera salên 1993-94’an berpirse biryar girt. AYM’ê têkildarî mafê jiyanê hatiye binpêkirin got: ‘xwe naspêre tiştekî’. -
ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2019'AN
Nûçeyên ku di rojeva 28'ê Îlonê de derketine pêş. -
Li Stenbol û Îzmîrê ‘Nobeta Demokrasiyê’ didome
Li gel domandina ‘Nobeda Demokrasiyê’ ya li Esneyûrtê, wekîlên HDP’yî hatin dorpêçkirin û 6 kesên tevlî nobedê bûn hatin destgîrkirin. Gelek kesan destek dan nobda li Îzmîrê jî didome. -
Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hate redkirin
Serlêdana ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê hate redkirin. -
Rûniştinên Doza Nisêbînê pêk hat
Di Doza Nisêbînê de rûnştina doza 5 kesan pêk hat. Hunermend Erkan Benlî parastin kir û wiha got; “Têkoşîna azadiyê wê bi serbikeve.” -
Biryara domandina girtina Yuksekdag hate dayîn
Ji doza giştî ya darezandinê ji bo hevseroka berê ya Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag biryara domandina girtinê hate dayîn. -
Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.