ROJANE
Hemû Nûçe
-
FESK'ê berpirsyariya çalakiya li Edeneyê da ser milê xwe
FESK'ê diyar kir, "Di 25'ê Îlonê de li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê li dijî polîsên rejîma qesrê ya faşîst êrîşeke bombeyî hatiye kirin." -
Yuksekdag: Me 22 caran bigirin jî wê rastî neyê guhertin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya dîlgirtî Fîgen Yuksekdag got, "Qîma xwe bi girtinekê neanîn, du caran girtin. Gelo 22 caran jî bigirin wê rastî bê guhertin?" -
Kûbîlay: Erdogan dixwaze mîna li Efrînê paqijiya etnîkî bike
Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay got, "Axaftina ku Erdogan li Neteweyên Yekbûyî kir eger li vê deverê li dijî wî bihata kirin wê bibûya sedema dozê." Kûbîlay destnîşan kir, Erdogan mîna ku li Efrînê kir dixwaze paqijiya etnîkî bike. -
'Her kes êdî ji Erdogan bêzar bûye'
Parlamentera Swêdî Amîneh Kakabaveh diyar kir ku êdî dawî li Erdogan tê û got, "Bi zextên ji serdema navîn nikare li desthilatdariyê bimîne. Êdî her kes ji Erdogan bêzar bûye. Ji ber ku bi vê zane bi rengekî giran êrîşê dibe ser Kurdan." -
ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Îlona 2019'an. -
Li Îzmîrê ‘Nobeda Demokrasiyê’ di roja 2’an de ye
Çalakiya rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ya ‘Nobeda Demokrasiyê’ di roja 2’an de ye. Togrûl ê HDP’î di çalakiya bin dorpêça polîsan de axivî got: “Heta li vî welatî bi hêzên demokrasiyê re hiqûqê pêk bînin û ji nû ve jiyanê bi afirînin wê çalakiyên me bidomin." -
Di erdehja Stenbolê de 8 kes birîndar bûn
Di erdheja li Stenbolê ya danê piştî nîvroyê pêk hat de 8 kes birîndar bûn. -
Li Stenbolê erdhej
Li Stenbolê bi navenda peravên Silivriyê erdhejeke mezin çêbû. -
Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan
Parêzerên Ocalan ji bo ku miwekîlên xwe sibe bibînin serlêdan kirin. -
KCD: Biryara Daraza Bilind a 'doza KCK'ê biryareke nîjatperest e
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li dijî biryara Daraza Bilind a Tirk a li ser doza sereke ya ‘KCK’ê helwesteke tund nîşan da û got,’’Ev biryar biryareke têra xwe nîjatperest, cihêkir, dijminçêker a îdeolojîk-polîtîk e’’. -
Prof. Trabert li meclîsê axivî: Rojava bi tenê nehêlin
Prof. Trabert li Meclîsa Federal a Elman qala çavdêriyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê kir û got, "Rojava herêmeke demokratîk e ku xwe baş bi rêxistin kiriye. Lê belê ji ber ambargoyê pirsgirêkên giran ên tenduristiyê hene. Divê em wan bi tenê nehêlin." -
ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Îlona 2019'an. -
Li Îzmîrê ‘Nobeda Demokrasiyê’
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû di ‘Nobeda Demokrasiyê’ ya li Îzmîrê de axivî û wiha got; “Em ê xwedî li îradeya gel û HDP’ê derbikevin.” -
Polîsan li Stenbolê êrîşî ‘nobeda demokrasiyê’ kirin
Li Stenbolê polîsan êrîşî ‘Nobeda Demokrasiyê’ kirin û gelek kes destgîrkirin. -
Girtiyên Boluyê: Heq têne binpêkirin, êşkence heye!
Girtiyên li Girtîgehên Tîpa F'yê ya Boluyê diyar kirin Nurullah Semo ev 2 sal in di hicreyê de bi tena serê xwe tê hiştin û êşkence lê tê kirin. -
Li Edeneyê li dijî polîsan çalakiya bombeyî: Mirî û birîndar hene
Li navçeya Yuregîr a Edeneyê li dijî otobusa ku polîsên hêzên çewîk tê de bûn çalakiyeke bombeyî çêbû. Di çalakiyê de gelek kes mirin û birîndar bûn. -
Rewşa 23 girtiyan giran e
Seroka ÎHD'ê ya Enqereyê Nûray Çevîrmen diyar kir, li girtîgehên Anatoliya Navîn 116 girtiyên nexweş hene û rewşa 23 ji wan gelekî giran e ku nabe li girtîgehê bên hiştin. -
ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Îlona 2019'an. -
Di doza Nisêbînê de ceza li girtiyan birîn
Ji girtiyên doza Nisêbînê rûniştina doza girtî Akar Îkbal pêk hat, Îkbal wiha got; “Yên van dosyeyan çêdikin û darizandinê dikin FETO’yî ne.” -
14 sal cezayê girtîgehê dane rojnameger Ataman!
14 sal 3 meh cezayê girtîgehê dan rojnameger Ziya Ataman. -
Parêzer ji bo Ocalan bibînin serlêdan kirin
Parêzerên Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. -
Li Hatayê kamyonet wergerîya ya ku penaber tê de bûn: 6 kes mirin
Kamyoneke leşkerî ya ku penaber tê de bûn û hikumeta Tirk ew dersînor bikirina, li Hatayê wergerîya. Di vê qezayê de 6 kes mirin. -
Ragihandina Êzidxanê: Qedexekirina Çira TV biryareke siyasî ye
Ragihandina Êzidxanê qedexekirina Çira TV li Laleşa Nûranî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku biryar siyasî ye û bang li berpirsyaran hate kirin ku li dijî vê yekê bêdeng nemînin. -
‘Erdogan wê penaberan bi cih bike û Kurdan bide koçkirin’
Elke Dangeleît diyar kir ku Erdogan dixwaze penaberan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bike û bi qasî hejmara van penaberan jî wê Kurdan û gelên din bikin penaber. -
Mizrakli li Neteweyên Yekbûyî axivî
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ku bi darbeya qeyûm ji wezîfeyê hate dûrxistin, li rûniştina 42'an a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî axivî û got, "Dem hatiye ku em guh bidin wijdanê xwe û li dijî vê rewşê rawestin."