ROJANE
Dr. Gregor Gysi yê ku gelek caran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kiriye lê ji rayedarên fermî yên Tirk ti bersiv negirtiye, diyar kir ku ji bo bicihanîna “mafê hêviyê” divê Yekîtiya Ewropa (YE) û Elmanya înîsiyatîf bigire.
Ji Fermandarên Navenda Parastinan Gel (NPG) Amed Malazgîrt anî ziman ku Kadîr Înanir dostekî dilsoz ê gelê Kurd û demokrat bû ku bi bindestan re bû û got, "Bi vê sekn û heqîqeta xwe ya şoreşgerî reh berda nava dilê me hemûyan."
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku di Mitînga Azadiyê ya li Stenbolê de axivî, diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê qanûna çarçove tavile were derxistin û got, “Divê tu kes ji deriyê aştiyê neyê vegerandin.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di mîtînga li Qada Bagcilarê de axivî û diyar kir ku divê ji azadiya Rêber Apo netirsin û got: “Birêz Ocalan kedkarê mezin yê aştiyê ye. 27 sal in ji bo aştî û azadiyê têdikoşe.”
Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ber bi Qada Bagcilarê ve diçin.
Hemû Nûçe
-
'Em li dijî dagirkeriyê bikevin nava liv û tevgerê'
Komîteya Piştevaniya Rojava ya li Ewropayê hişyar kir ku dagirkerî wê bibe sedema drameke mezin a mirovahiyê û DAÎŞ'ê ji nû ve zindî bike. Komîteyê li dijî vê yekê bang kir ku her kes bikeve nava liv û tevgerê.
-
-
-
Êrîşî konsolosê DYE'yê kirin û reviyan Tirkiyeyê
Çeteyê DAÎŞ'ê Yûnûs Emre Sakarya ku tevlî êrîşa li dijî Konsolosxaneya DYE'yê ya li Bîngaziyê bû, diyar kir ku bi pasaportên fermî yên ji aliyê Ensar Şerîa ya ser bi AKP'ê ve hatin amadekirin ew ji Lîbyayê derbasî Tirkiyeyê bûne û ji wir jî çûne Sûriyeyê.
-
-
-
-
Bîlmez: Tecrîd neqede kaos jî naqede
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir, komploya 9'ê Cotmehê bi tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina meseleya Kurd didome.
-
-
Haley nerazîbûn nîşanî biryara Trûmp da
Nûnera DYE’yê ya kevn a NY Nîkkî Haley nerazîbûn nîşanî biryara Trûmp a vekişandina leşkerên ji Sûriyeyê da û got “Kurd di şer de yê li dijî DAÎŞ’ê bi ser ketin. Wê şaş be ku mirov wan terkî mirinê bike.”
-
Fransayê Tirkiye hişyar kir
Hikumeta Fransayê diyar kir ku divê Tirkiye dûrî dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be. Fransayê diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê wê li dijî berjewendiya Koalîsyona Navneteweyî be.
-
-
-
-
-
MLKP: Ji bo Rojava dema serhildanê ye
Rêxistina Kurdistanê ya MLKP'ê diyar kir, gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, artêşa wê ya şoreşger wê li dijî dagirkeriyê, bi berxwedaneke mezin xaka xwe biparêzin.
-
-
-
-
KCDK-E: Berxwedan yekane rê ye
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê piştî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û vekişîna hêzên Emerîkî ji sînor bang kir ku bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkevin.
-
-
-
KNK'ê ji bo Rojava banga seferberî û berxwedanê kir
KNK'ê destnîşan kir ku hemû bahaneyên dewleta Tirk ên ji bo êrîşa li dijî Rojava derew in û diyar kir, rastî ew e ku dewleta Tirk dijminê Kurdan hemûyane. Bi gotina "Ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne" KNK'ê banga seferberiyê li Kurdistaniyan kir.
-
-
Daxuyaniya Qesra Spî ya der barê vekişînê
Qesra Spî ragihand ku Tirkiye 'wê di demeke nêz de' operasyonekê bike û diyar kir, ew ji sînor vekişiyane û ji niha û pê ve wê Tirkiye ji DAÎŞ'iyên girtî berpirsyar be.