ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dagirkerî di rojeva Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Swêdê de ye
Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Parlamenta Swêdê wê îro (Pêncşem) êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binirxîne. -
Weber: Divê guşarên aborî li ser Tirkiyeyê bê kirin
Serokê Koma Partiya Gel a Ewropa (EPP) a Parlementoya Ewropayê Manfred Weber ê nerazîbûnên tund li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin da, daxwaz kir ku guşarên aborî li ser Enqerê bê pêkanîn. -
Li Ermenistanê Komplo û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Saziyên Kurdan li paytexta Ermenistanê Êrîvanê bi civînek û daxuyaniyekê komploya 9’ê Cotmeh û êrîşên dagirkeriyê Tirk a li ser Rojava protesto kirin. -
Gûşarên DYE’yê ya li ser Tirkiyeyê di rojeva Senatoyê de ye
Graham li ser hesabê fermî yê xwe daxuyaniyek da û diyar kir ku pêşnûme yasayek têkildarî gûşarên dixwazin li ser Tirkiyeyê pêk bînin eşkere kir û ragihand hem bi Demokrat û hem jî bi Komarparêzan ree li hev kirine. -
Fînlandîya biryar da ku êdî çekan nefiroşe Tirkiyeyê
Fînlandîya ya ku sê hefte berê destûr dabû ku balefirên bêmirov bifiroşe Tirkiyeyê, piştî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê diyar kir ku êdî ew ê çekan nefiroşe Tirkiyeyê. -
Siûdî Erebistanê êrîşên dagirker şermezar kir
Siûdî Erebistan êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. -
Parlementoya Ewropayê: Em ê demografiya bi darê zorê fînanse nekin
Serokê Komîsyona Parlementoya Têkel a YE û Tirkiyeyê Dr. Sergey Lagodînsky diyar kir ku ew ê piştgiriyê nedin guherandina demografiya li Sûriyeyê ya ku bi darê zorê hatiye kirin. -
Yekîtiya Ewropayê bang li Tirkiyeyê kir: Operasyonê bi dawî bike
28 endamên Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke hevpar weşand û bang li Tirkiyeyê kir ku bila operasyona li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bike. -
Misirê êrîş şermezar kir, banga civînê li Yekîtiya Ereban kir
Misirê êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û banga lezgîn a civînê li Yekîtiya Ereban kir. -
Xaça Sor a Navneteweyî bal kişand ser kampên DAÎŞ’ê
Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî bi daxuyaniyeke nivîskî got: “Fikarên me hene ku bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ziyanê bidin sivîlan.” -
HDP: Li dijî şer deng bide Rojava
Hevserokên HDP’ê yên nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan gotin: “Li dijî vî şerê li dijî gelê Kurd hatiye destpêkirin, deng bide Rojava.” -
Dagirkeriya Tirk li Stûttgartê hate protestokirin
Bi meşekê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hate protestokirin. -
Erdogan ragihand ku dagirkeriyê dest pê kiriye
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ragihand ku operasyona dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye. -
Li Nobetên Demokrasiyê helwesta dijî dagirkeriyê
Li Nobeta Demokrasiyê ya li dijî dagirkeriya qeyûm di roja 52'an de haziriya dagirkeriya Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê û Komploya Navnetewî ya 9'ê Cotmehê hate şermezarkirin. -
HDP, KCD, HDK, DBP'ê li dijî dagirkeriyê daxuyanî weşandin
HDK, KCD, HDP û DBP’ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek hevpar dan. Koçyigît diyar kir ku divê hemû gel ji îktîdarê re bêjin ‘raweste’ û got: “Em vî şerî rawestînin. Em li dijî kuştinan jiyanê biparêz in.” -
MOP: Gelên me wê faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin
MOP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî got dewleta Tirk li ber gelên herêmê tehdît e û got, ''Gelên me ji bo nirxên birûmet wê faşîzma dewleta Tirk têk bibin''. -
HBDH: Piştevanên dagirkeriyê di hedefa me de ne
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya gelan (HBDH) nerazîbûn nîşanî gefên dewleta Tirk da yên ji bo dagirkirina Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên piştevaniya dagirkeriyê dikin hişyar kir. -
Wezîra Parastinê ya Elman Tirkiye hişyar kir
Wezîra Parastinê ya Elman Annegret-Kramp-Karrenbauer dewleta Tirk hişyar kir ku amadekariya êrîşa li dijî Rojava dike û bang li Enqereyê kir ku xwe ji gavên bibin sedema bêaramiya herêmê vegire. -
SP a Swîsreyê: Li dijî dagirkeriya Tirk bikevin nava tevgerê
Yek ji mezintirîn partiyên Swîsreyê SP'ê nerazîbûneke tund nîşanî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û diyar kir, "Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku careke din xiyanet li Kurdan bê kirin." SP'ê bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriyê rawestin. -
ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Cotmeha 2019'an. -
Pentagon: Me leşkerên xwe ji herêma operasyonê vekişand
Pentagon daxuyanî û got ku “Ji ber ewlehiya wan, me leşkerên xwe ji herêma operasyonê vekişand.” -
Heyeta Rojava li Îtalyayê hevdîtinan dike
Li ser navê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heyetek li Îtalyayê hevdîtinan dike. -
Meclîsê tezkere qebûl kir
Tezkereya ku destûrê dide desthilatdariya AKP û MHP’ê êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê bike, li meclîsê hate qebûlkirin. -
Tank birin Kaniya Xezalan
Wesayîtên zirxî û tankên ku sewqî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê hatibû kirin, birin nav zeviyên li Taxa Ekînyaziyê. Tê diyarkirin ku wê ev tank ber bi herêma sînor ve têkevin rê. -
Li Amedê nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê hate dayîn
Li hemberî desteserkirina şaredariyan li Amedê Nobeta Demokrasiyê hate lidarxistin. Di nobetê de nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriya dewleta Tirk hate nîşandan.